Artêşa Tirk bombe li herêma Balekayetî ya Hewlêrê barandin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, bombe li Werte, bajarokê Qesre û herêma Balekayetî barandin.

Piştî bombebarankirina Binarê Qendîlê, balafirên artêşa Tirk a dagirker herêmên bajarokên Wertî û Qesrê yên herêma Balekayetî ya Hewlêrê bombebaran kirin.

Li herêma bajarokê Wertê ya ser bi Rewandizê nêzî du saetan zozanên gundê Gerewan, Çiyayê Arasin û Binberd bombebaran kirin. Li wan herêman bi dehan malbatên kar lawirvaniyê dikin dijîn.

Herwiha li bajarokê Qesrê jî zozanên gundê Koylê hate bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku mala welatiyê bi navê Cebar Ebdullah hatiye hedefkirin û ziyan gihiştiyê.