Artêşa Tirk bombe li gundên Sîdekanê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê barand. Ji ber bomberdûmanê xisareke mezin a madî rû da.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, dewleta Tirk top avêt gundê Lêlkan ê navçeya Sîdekan a Hewlêrê.

Topbaran duh êvarê saet 17:50'î hate kirin û xisareke mezin a madî li zeviyên gundiyan bû. Ji ber topbaranê gelek heywan mirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî nehatiye, lê belê xisar li deh û rezên gundiyan bûne û gelek heywan mirine.

Wekî din danê sibehê jî li gundê Bermizê yê navçeya Sîdekanê, gundiyên kereng didan hev, bûn hedefa topbarana artêşa Tirk.

Tiştek bi kesî nehat, lê xisareke madî li herêmê bû.