Artêşa Tirk bombe li gundên Metîna û Heftanînê barand

Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran li gerîla dixwe, bombardûman li gundên herêmên Metîna û Heftanînê barand. Ji ber bombardûmanê xisareke mezin li gundan bû.

Dewleta Tirk a dagirker a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran dixwe, topbaranê li gundan dike. Di 12’ê Îlonê de li qadên Heftanîn û Metîna êrîşên pir berfireh li ser gelê heremê pêk hatin.

Li gorî çavkaniyan, ji 12’ê Îlonê ji saet 9’ê sibehê û heta berêvarê artêşa Tirk a dagirker top avêt gundên Serarû, Edinê û Deşîşê yên Berwarî Bala. Vê carê ne tenê derûberên gund, navenda wan gundan hatin topbarankirin. Şêniyên ku li van gundan, bi awayekî pir lezgîn ji gundên xwe derketin û hemû mal û milkên di cih de hiştin. Di encama topbaranê de jî gelek xanî xisar dîtine, hinek xanî rûxiyane, ajalên gundiyan telef bûn û elektirîka gund bi giştî hatiye qutkirin.

Her wekî din duh di heman saetan de li herema Pîrbula bi taybet li gundên Banikê û Banduro yên Heftanînê êrîşekî berfireh a artêşa Tirk pêk hat. Di vê êrişê de gelek xisar gihîşt mal û baxên gundiyan.

Di dîmenan de diyar dibe ku bi vê êrîşa li ser herêma Heftanînê çawa bi qestî herêmên sivîl tên topbarankirin û navenda gundan dibe hedef. Heman awayî ji bo gundên Metîna jî derbasdar e.