Artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê bombe dike

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, danê vê sibehê herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê bombe kirin.

Li gorî Rojnewsê artêşa Tirk vê sibehê bi balafirên şer li herêma Biradostê bajaroka Sîdekan a ku bi ser Hewlêrê ve ye bombe kiriye.

Ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derket. Balafirên şer ên Tirk her wiha bombe li herêmên Xakurkê, Mizaxî, Deraw û zozanên Sînunê jî barandin.

Nayê zanîn bê ka di encama vê bombekirinê de ziyane gihaştiye can û malên herêmê.

Her wiha tê gotin, rejîma Îranê jî herêma Balekayetî ya bi ser Hewlêrê ve bombe kiriye û ji ber vê bomberdûmanê û ziyaneke madî çêbûye.