Artêşa Tirk a ji sînor derbas bû, derba giran xwar

Artêşa Tirk, dema ku leşkerên xwe li herêma Xeregol a Başûrê Kurdistanê danî, teqemeniya berê hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de 17 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirk, duh bi şev bi dijwarî bombe li herêma Xeregol a li Başûrê Kurdistanê barand. Piştî vê êrîşa bi balafirên şer, artêşê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe danî vê herêmê.

Lê belê, teqemeniya ku gerîla berê li ser vî girî bi cih kiribû, di dema daketina leşkeran de teqiya. Di encamê de gelek leşkerên Tirk mirin. Çavkaniyên herêmî gotin, 17 leşker mirine.

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê ragihandin, artêşa Tirk ji bo cenazeyên xwe rabikin, vê gavê bi helîkopterên bi tîpa Kobra li herêmê direşîne. Bi bersiva gerîla re li herêmê şerekî dijwar diqewime.

Nûçeya têkildar:

https://anfkurdi.com/kurdistan/li-basur-di-navbera-artesa-tirk-u-gerila-de-ser-derket-87415