Li Başûr di navbera artêşa Tirk û gerîla de şer derket
Artêşa Tirk duh nîvê şevê ji navçeya Çelê derbasî nava Başûrê Kurdistanê bû û leşkerên xwe danî herêma Xeregolê. Gerîla li vê derê bersiv dan û şer derket.
Artêşa Tirk duh nîvê şevê ji navçeya Çelê derbasî nava Başûrê Kurdistanê bû û leşkerên xwe danî herêma Xeregolê. Gerîla li vê derê bersiv dan û şer derket.
Nûçegihanên ANF'ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne ragihandin, ku artêşa Tirk ji n avçeya Çelê ya Colemêrgê ketiye nava Başûrê Kurdistanê û li herêma Xeregolê dest bi operasyonê kiriye.
Artêşa Tirk, ku nîvê şevê saet di 02:00 de bi balafirên şer bombe li herêmê barand, ber destê sibehê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî herêmê. Piştî ku hêzên gerîla bersiv dan, şer derket û ev şer bi dijwarî dewam dike.
XEREGOL LI KU YE?
Herêma Xeregolê li nava Başûrê Kurdistanê ye, nêzî çemê Zapê ye û di navbera çiyayê Ertûş û çiyayê Reşkê de ye.