Artêşa Tirk a dagirker gundên Zaxo bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê gundên Minnê û Bankê yên Zaxo bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê elektirîk li gundan qût bûne.
Artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê gundên Minnê û Bankê yên Zaxo bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê elektirîk li gundan qût bûne.
Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a li Başûrê Kurdistanê bê navber deam dike.
Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker li deverên Başûrê Kurdistanê yên dagir kirine, gundê Minnê û Bankê yên Zaxo bombe kirin.
Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derketiye û ziyanên mezin li gundan bûye. Dîsa elektirîk li herdu gundan qût bûye.