Artêşa Tirk a dagirker dîsa sivîl kir hedef: Kesek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer li Başûrê Kurdistanê herêma Şeladizê ya navçeya Amêdiyê ya Duhokê bomberdûman kir. Di vê bomberdûmanê de kesek bi giranî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer li Başûrê Kurdistanê herêma Şeladizê ya navçeya Amêdiyê ya Duhokê bomberdûman kir. Di vê bomberdûmanê de kesek bi giranî birîndar bû.
Balefirên şer ên Tirkiyeye herêma Rêkan û Nêrwe ya bajaroka Şeladizê ya navçeya Amêdiyê ya li Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de gundiyên Şirê yên ku çûbûn gundê Hêlê bûn hedef.
Hate hînbûn ku Nîhat Mahmût ê 35 salî yê ji gundê Şirê bi giranî birîndar bûye. Mahmût rakirin nexweşxaneya Amêdiyê.