Artêşa Tirk a dagirker 56 caran êriş bir ser çeperên gerîla

Artêşa Tirk a dagirker 56 caran ji bejahî û hewayî ve bombe li qadên gerîla barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a mêtinger, bi teknîka giran êrîşên li ser Gerîlayên Azadiyên Kurdistanê dewam dike, ku gerîla di pozîsyona xwe de ye. Hêzên me li ser bingeha parastina rewa bersiv da mêtingeran û di encamê de dagirkere hate cezakirin. Qadên ku hêzên me lê ne 10 caran bi balafirên şer, 46 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

19'ê Sibatê saet di 11:30'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan êrîşê û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19'ê Sibatê qada Werxelê, Geliyê Balinda û derdora Wargeha Şehîd Rêber, her wiha li Garê Gundê Girê, Gundê Bîrkiyetê û quntara Girê Xêrê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê 46 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."