Artêşa Sûriyeyê li leşkerên Tirk da
Artêşa Sûriyeyê li Babê li leşkerên Tirk û çeteyên artêşa azad da. Gelek leşker û çeteyên artêşa azad birîndar bûn.
Artêşa Sûriyeyê li Babê li leşkerên Tirk û çeteyên artêşa azad da. Gelek leşker û çeteyên artêşa azad birîndar bûn.
Artêşa Sûriyeyê danê sibehê li leşkerên Tirk û çeteyên artêşa azad ên li ser girê Şêx Aqîl ê li Babê da.
Gelek leşkerên Tirk û çeteyên artêşa azad ên li ser vî girî birîndar bûn. Ji danê sibehê ve ambûlans birîndaran radikin û ber bi sînor ve dibin.
Dewleta Tirk duh bi şev dabû xuyakirin, ku beşek ji gir û nexweşxaneya Şêx Aqil a li Babê ji DAIŞ'ê standiye.
Fermandarên hêzên çekdar ên Tirk, bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Artêşê Hûlûsî Akar, danê sibehê civîneke awarte lidar xistibûn.