Artêşa Iraqê taxeke din a Mûsilê kontrol kir

Artêşa Iraqê taxeke din a Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê stand.

Di qonaxa duyemîn a Operasyona Mûsilê de, ku roja 29'ê Kanûnê dest pê kir, artêşa Iraqê taxeke din a Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê stand. Li du taxan jî şerekî dijwar diqewime.

Artêşa Iraqê ber bi navenda bajêr ve diçin.

Fermandarê Operasyonên Nînova Tumgeneral Necm Cubîrî diyar kir, di qonaxa duyemîn a Operasyona Mûsilê de li herêma Hedbayê 70 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya fermandarê Iraqî, ew ê di demeke nêz de xwe bigihînin Çemê Dîcleyê.