Artêşa Iraqê gefa destwerdanê li Asayîşa Êzidxanê dixwe

Li Şengalê hewldanên prokovokatîf ên artêşa Iraqê dibe sedema aloziyê. Herî dawî îro gef li Asayîşa Êzîdxane hate xwarin ku ji cihê xwe derkevin an na wê artêş hêza zor bikar bîne.

Li Şengalê ev çend roj in liv û tevgere artêşa Iraqê berdewam e û ev rewş rê li ber gelek aloziyan vedike. Ev çend roj in artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêza xwe ya li Şengalê berfireh dike û rê li ber zemîna provokasyonan vedike.

Herî dawî jî îro saet di 13:00’an de Qayit Ameliyatê Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet muhlet dide hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra nahiya Sinûnê, da ku ji cihê xwe derkeve.

Her wiha gef li asayîşa Êzîdxane kiriye ku eger ji cihê xwe dernekevin, ewê hêza zorê bikar bînin.

Ji ber vê gefxwarina artêşa Iraqê aloziya li nahiya Sinûnê berdewam dike.