Artêşa Iraqê di çarçoveya madeya 140’ê de hemû cih girtin

Di operasyona artêşa Iraq û Heşdî Şebî ya 16’ê Cotmehê li dijî Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin de, îro bajarokê Pirdê jî hate girtin, di çarçoveya madeya 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê de hemû cih hatin girtin.

Piştî kirîza siyasî ya di navbera Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ku piştî referandûma di 25’ê Îlonê de li Başûr pêk hat û şûnde, 16’ê Cotmehê artêşa Iraqê û hêza Heşdî Şebî li Başûrê Kurdistanê operasyonek dabû destpêkirin, di çarçoveya madeya 140’an a Destûra Bingehîn a Iraqê de hemû cih hatin girtin.

CIHÊN BI NAKOK

Li gorî madeya 140’an a Destûra Bingehîn a Iraqê ya ku sala 2005’an ku piştî hilweşandina Sedam Huseyîn a sala 2003’an, Kerkûk û navçeyên girêdayî wê, Mûsil, Şengal, Mexmûr, Baqirtê li gel Xûrmatû a girêdayî parêzgeha Selahadîn, Xaneqîn a girêdayî Eyaleta Diyala û Celewla ev herêm di navbera hikûmeta navendî ya Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de weke ‘Herêmên bi nakok’ hatine hiştin.

WÊ REFERANDÛM PÊK BIHATA

Li gorî qanûnê, li herêmên bi nakok wê rêveberî hevpar bin û wê rewşa van herêman di sala 2007’an de bi referandûmê wê diyar bibûna. Lê referandûm pêk nehat. Di sala 2014’an de dema çeteyên DIAŞ’ê êrîş kirin artêşa Iraqê ji van herêman derketibûn û ewlekariya van herêman kete di bin destê pêşmergeyan de.

CIHÊN HATIN GIRTIN

16’ê Cotmehê di êrîşa operasyona artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şebî dayî despêkirin de, bi paşvekişandina hêzên pêşmergeyan re li gel navenda Kerkûk, navçeyên Daqûq û Dubis, bajrokê Leylan, Şengal, Mexmûr, Baqirtê, Zûmar û Bejahiya Nînova ya girêdayî bajarê Mûsilê, li gel Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahadîn û Xaneqîn a girêdayî eyaleta Diyala û navçeya Celwla hate girtin.

DI ÇARÇOVEYA MADEYA 140’AN DE HEMÛ CIH HATIN GIRTIN

Hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî îro bi girtina bajarokê Pirdê ya dikeve navbera Hewlêr û Kerkûkê re, bi vî awayî di çarçoveya madaya 140’an hemû parêzgeh, navçe û bajarok hatin girtin.

YARALLA: EM HEW PÊŞ DE DIÇIN

Fermandarê Operasyona Hevpar a Hêzên Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarellah, diyar kir ku ji bajarokê Pirdê û wêdetir pêşve naçin û got: “Armanca me parastina Kerkûk û herêmên bi nakok e û pêkanîna qanûnan bûn. Hêzên me îro di saetên nîvroyê de ketin Pirdê. Ti nîyeta me nîne ku em ji Pirdê û wêdetir biçin.”