Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "11'ê Adarê saet 1'ê şevê, artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li Tepê Gumbet, Tepê Siro û Geliyê Reş ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê barand û bi obus û hawanan top avêt herêmê."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên dagirker bi desteka helîkopterên Kobra leşkerên xwe bi helîkopterên Skorsky danî Tepê Gumbet û Tepê Siro û dest bi operasyonê kirin.
BOMBE LI QADÊN GERÎLA HATE BARANDIN
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bomberdûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û ev agahî hatin dayin:
"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 10'ê Adarê bi balafiran êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de; saet navbera 09:30 û 11:00, balafirên şer qada Şikeftiya ya herêma Garê, Sida, Şehîd Rustem û gundê Kanîsargê yên Zapê, derdora çemê Şehîd Bêrîtan ê herêma Xakurkê û qadên Şêlazê û Tepê Hakkarî yên herêma Metîna bombe kirin."