Arslan: Nêzîkatiya li Birêz Ocalan wê diyarker be

Hevserokê DBP'ê Arslan peyama Rêberê Gelê Kurd Ocalan nirxand û got, "Bi dîtina min, pêvajoya ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ya jî kaosê bibe wê bi nêzîkatiya li Birêz Ocalan diyar bibe."

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan pêvajoya piştî lawazbûna tecrîdkirina Ocalan û hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê nirxand.

Arslan destpêkê berxwedana greva birçîbûnê ya du sed rojî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan hate kirin bi bîr xist û destnîşan kir ew berxwedan gelekî bi heybet û bi rûmet bû û 8 kesê di dema berxwedanê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Arslan anî ziman, dema ku Kurdan qada siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê bi kar anî divê şert û mercên jiyanê û ewlekariya Ocalan ti carî nekin mijara bazariya siyasetê û got, "Dema ku di vê mijarê de em bi rengekî têrker zextê li desthilatdariyê bikin, hingî wê nêzîkatiya terbiyekirina siyaseta Kurd di ser tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe."

PARADÎGMA Û HIŞMENDIYA ÇARESERIYÊ YA OCALAN

Arslan diyar kir, di cewhera têkoşîna Ocalan de fikrê demokratîkbûnê heye û got, "Ji ber vê yekê Birêz Ocalan ji sala 1993'an û vir ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd timî hewl daye. Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd ti carî bi herêmekê ve girê nedaye. Li her devera ku Kurd lê ne ji bo qezençkirina mafên wan ên bingehîn ên siyasî û çandî, pirsgirêk bi rengekî hevgirtî nirxand û ji ber vê yekê jî bû hedefa dewletên herêmê.

Di vê demê de jî li qadeke teng piştî tecrîdeke demdirêj dema ku firsend dît pirsgirêka Kurd nirxand, hem berpirsyarî û wezîfeyên dewletan anî bîra wan, hem jî ya siyaseta Kurdan. Paradîgma û têgihiştina çareseriyê ya Birêz Ocalan yekalî nîne. Berpirsyariyên dewletê û civakê ji hev cuda dike, qala wê dike ku divê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Mînak; diyar dike ku helwesta dewletê ya der barê pirsgirêka Kurd de erênî nîne, ji bilî êş, şer û mirinê bi kêrî tiştekî nayê.

Ji ber vê yekê balê dikişîne ser lihevkirina civakî, aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk. Destnîşan dike ku divê ev yek jî bi hêza aqil pêk were. Ev bang hem li dewletê ye hem jî li siyaseta Kurd e."

Arslan destnîşan kir, ku çanda lihevkirina demokratîk ku Ocalan ji bo rêveberiyên xwecihî, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojava û Tirkiyeyê divê bi rengekî bê nirxandin û got, "Ji ber ku Birêz Ocalan vê pirsgirêkê bi berfirehî dinirxîne. Pirsgirêka Kurd li ti parçeyî ji hev cuda nanirxîne. Rewşa li Tirkiyeyê bandorê li Rojava, ya li Rojava bandorê li Rojhilat, ya li Rojhilat jî bandorê li Başûr dike."

'YÊN KU DI HILBIJARTINÊ DE RÊ LI BER SERKETIN Û TÊKÇÛNÊ VEKIRIN KURD IN'

Arslan bal kişand ser encamên hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê û got, "AKP ya wê peyama Kurdan rast bixwîne û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke, ya jî mîna heta niha kir wê li dijî gel û civakê rabe û polîtîkayên kaosê ferz bike."

Arslan got, "Bi dîtina min, pêvajoya ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ya jî kaosê ve bibe wê bi nêzîkatiya li Birêz Ocalan diyar bibe. Eger AKP di vê pêvajoyê de pêşî li hevdîtinên malbat û parêzerên Ocalan û heetên siyasî veke, ev ê were wê wateyê ku AKP dixwaze pêvajoyê rast binirxîne.

Naxwe eger peyama gel a 23'ê Hezîranê şaş bixwîne, pêvajo wê giran û zehmet be. Ji ber ku yên di hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê de bi ser xist û têk bir Kurd in. Bi AKP'ê dan windakirin, bi CHP'ê dan qezençkirin. Eger hevdîtina carekê ya bi Ocalan re siyaseta Tirkiyeyê ewqasî rehet dike, ya ku dikeve ser milê desthilatdariyê ew e ku derfetên berfireh bide Birêz Ocalan. Divê pêşî li wê veke ku heyetên siyasî, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û parêzerên Ocalan karibin hevdîtinê pê re bikin."

Arslan anî ziman, bikaranîna dengê stratejîk di hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê de derfetên siyasetê ji bo HDP û DBP'ê afirand û got, "Vê pêngavê zemîna siyasetê li Tirkiyeyê ji bo Kurdan afirand."

Arslan destnîşan kir, heta ku pozîsyona siyasî ya Kurdan li ber çavan neyê girtin wê siyaset nikaribe bê kirin û got, "Di çarçoveya vê rola xwe de divê em nedin pey pêvajoyan, divê li gorî pozîsyona xwe em siyaseta Tirkiyeyê diyar bikin."