Gerîlayên HPG/YJA Starê rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, "Weke milîtanên Rêber Apo, ji bo azadiya Rêberê me û Kurdistanê, em ê di sala 2017'an de bi hemû hêza xwe têbikoşin."
Gerîlaya YJA Starê Nûda Arîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Ez vê rojê li şervanên azadiyê û hemû hevrêyên li çeperan li ber xwe didin pîroz dikim. 4'ê Nîsanê ji bo me hêja û bi wate ye. Rojbûn û vejîn e. Rojbûna gelê Kurd û hemû gelên bindest e. Bi taybetî vejîna jinên Kurd e. Sererastkirina herikîna şaş a dîrokê ye."
Arîn anî ziman, 4'ê Nîsanê sedema hebûna tevgera jinê ye û wiha dewam kir: "Li dijî mêtînger û serdestên ku mafên me ji destê me girtine, navê serhildanê ye. Fêhmkirina 4'ê Nîsanê gava destpêkê ya azadkirina şexs e. 4'ê Nîsanê rojbûna hemû gelan û jinan e. Pêwîste hemû jin, ciwan û gel bi rengekî bi coş vê rojê pêşwazî û pîroz bikin."
'RÊBER APO JI BO HEMÛ GELÊN BINDEST ÊN LI ROJHILATA NAVÎN Û TEVAHIYA CÎHANÊ HEYE'
Ji gerîlayên HPG'ê Bager Tekman bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4'ê Nîsanê li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Weke milîtanê Rêber Apo, ji bo azadiya Kurdistanê û Rêberê me, di sala 2017'an de em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn û cîhanê heye. Nîşan da ku jiyaneke bi exlaq û polîtîk, jiyana bi hev ya gelan pêkan e."
Tekman bal kişand ser girîngiya sala 2017'an û got, "Sala 2017'an wê ji bo me bibe saleke gelekî girîng. Beriya her tiştî armanca me ya sereke azadiya Rêberê me û gelê me ye. Em ê têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelan bi xurtî bidomînin. Ji bo vê berdêl çi dibe bila bibe, em ê tawîzê ji têkoşînê nedin. Bang li gelê me dikim, ku em bi erka xwe rabin, wê ev sal ji bo azadiyê firsendên mezin pêşkêş bike."