Armanc: Cizîrê bi berxwedana xwe rûmeta mirovahiyê parast

"Wan rûmeta mirovahiyê parastin. Di hemû kêliyên xwe de bi asta herî bilind li berxwedan û bi eşqekî şehîd bûn. Gelê Cizîrê yê xwedî mîrasekî mezin û dîrokî ya berxwedanê careke din serî li hember faşîzmê hilda û helwesta xwe nîşan da."

Yek ji Fermandarên HPG Heqî Armanc derbarê salvegera 5’an ya berxwedan Xweseriya Demokratîk û komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê pêk anî bersiv da pirsên ajansa me. Heqî armanc bal kişande ser rol û misyona berxwedana gelê Cizîrê ku li hember êrîşên qirker yên dewleta Tirk a dagirker çeperên berxwedanê girtin û parastina rûmeta xwe kirin. 
Armanc têkilî berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê got, ’Di van rojan de em salvegera berxwedana Cizîra Botan û komkujiya ku li wir pêk hatî dijîn. Di berxwedana Cizîra Botan de ku di sala 2015’an de dest pê kir û heya 10/11 sibata 2016’an berdewam kir, gelek berxwedanî ku mirov dirêj qala wan bike hatin jiyîn. Dewleta Tirk a dagirker şêwazê Srîlanka yê ku li dijî Tamîlan pêk anî ji xwe re esas girt û di îlona 2014’an pilanê wê amade kir. Ji aliyekî hevdîtinên ku ji bo çareseriyê hebûn bi Rêber APO re, lê ji aliyekî din plana qirkirina Tevgera me û gelê Kurd amade dikir. Bêguman piştre hemû pêkanînên wan deşifre bûn û rûyê wan ya rast diyar bû. Jixwe ev rastiya dewleta Tirk e ku ti carî ji bo pirsgirêka gelê Kurd çi gav ne avêtiye û ji bo qirkirina wan hewlên mezin daye.

Şehîdxistina Heval Sara, avakirina baregehan û astengên di warê çandî û jiyanî nîşaneyên mezin bûn ji  plana qirkirinê ya dewleta Tirk. bi vî awayî heya roja 24’ê tîrmeha 2015’an dewleta Tirk bi sedan balefirên xwe yên şer rakirin û êrîşî heremên gerîla kirin, dest bi operasyonên leşkerî û qirkirina çandî li seranserî Kurdistanê kirin. Ev dîroka ku tê de êrîş despêkirin ne dîrokekî ji rêzê ye. Di heman demê de peymana ku li ser esasê qirkirina gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê ango peymana Lozanê di vê rojê de hatiye imze kirin. Bêguman Rêbertî û Tevgera me ev rewşê nirxandin û hişyariyên pêwîst kirin. Rawestandina paşvekişandina gerîla ji Bakurê Kurdistanê û her wekî din tevdîr hatin standin. Di hilbijartina 7’ê tîrmehê de jî gelê Kurd dilsoziya xwe di warê polîtîk û civakî de ya bi tevgerê e nîşan da. Li ser esasê tengasiyên ku dewleta Tirk li hemberî tekoşîna gelê Kurd jiyayî  dest bi hedef girtina gelê me kir û êrîş bir ser wan.’’

'CIVAKA KURD BÊ DENG NEMA'

Armanc qala sekna gelê Kurd ji êrîşên qirker re û biryara berxwedanê ku standin kir û wiha got:’’Ciwan û civaka Kurd li hemberî van êrîşan bi zanebûna parastina rewa li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dest bi parastina xwe kirin. Li hemberî nenaskirina nasnameya netewî û kiryarên dij mirovî helwestê civaka Kurd pêş ket. Biryara xw rêvebirinê û avakirina hêzên parastina cewherî hat girtin. Jixwe Rêbertiya me li gelek qadan qala 8 xalên esasî ji bo xwe rêveberinê kiriye û li ser wê esasê xwe rêxistin kirin dest pê kir. Di hemû qadên jiyanê de çiqas kêm û kurtî hebe jî lê amadekarî hatin kirin û bi pêşengtiya jin û ciwanan ve civaka Kurd ket nav berxwedanê. Berxwedanên bi rûmet pêşketin. Di serî de li Farqînê, Warto, Sûr, Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Hezex, Gever, Silopya, Cizîr, Şirnex û gelek cihên din berxwedanî pêş ket.’’

'HÛN ME NAS NEKIN EM JÎ WE NAS NAKIN'

Ji Fermandarên HPG Heqî Armanc destnîşan kir ku sedemê ragihandina Rêveberiyên xweser li bakurê Kurdistanê ji ber plana qirkirinê ku dewleta Tirk xistibû meriyetê dest pê kir û wiha pêda çû: ’’Em dikevin salvegera 5’an a Berxwedan û komkujiya Cizîrê. Ji 4 heta 13’ê îlonê qedexeya derketina kolanan hat ferz kirin û gelek hêzên dagirker li wir bi cih bûn. Di van 9 rojan de gelê Cizîrê berxwedaniyekî pir mezin kir. Di vê berxwedanê de 21 şehîd hat dayîn lê dijminê gelê Kurd darbên pir giran xwar. Ne tenê derb xwar, hêviyên wan a ku pergala wan li hemberî gelê Kurd lewaz ma têk çûn û bi serneket, mecbûrî paşvekişînê bûn. Gelê Cizîrê ji 7 heta 70’ê salî dorpêça li ser Cizîr û qedexe ya derketinê ne pejirand û wisa xwe rêxistin kir. Dewleta Tirk fêm kir ku bi van amadekariyên xwe nikare îrade ya gelê Cizîrê têk bibe, ji ber wê ev pêvajoyê heta payîzê dirêj kir û di 14’ê kanûnê de dorpêça berfereh a ku 2 meh dirêj kir dest pê kir. Beriya vê di 12’ê tebaxê de bi pêşengtiya hevserokên bajêr Mehmet tunç û Asya yuksel Rêveberiya Xweser hat ragihandin. Esas de di heftaya duwemîn ’a tebaxê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê Rêveberiya Xweser hat ragihandin. Wate ev bû ku çawa dewleta Tirk îrade ya gelê Kurd nasnake, em jî hemû saziyên dewletê nasnakin û ji bo me ne fermî ne.

'BERXWEDANEKE GELÊRÎ BÛ'

Di dorpêça ku piştî 14’ê kanûnê pêşket dewlet Tirk hêzên polîs,jandarma û kontra ji bo têkbirina vîna gelê Kurd têrker nedît û hemû artêş û teknîka xwe xiste dewrê û di bajar de bi cih kir. Bi awayekî hovane li ser gelê Cizîrê ve hat. Di giştî berxwedanên Xweseriya Demokratîk de ji bajarên herî zêde gel xwe tevlî kir yek jê Cizîr bû. Weke hêzên Gerîla çi niyetek me tûne bû ku em hêzên xwe, çek û cibilxane bi hijmarekê zêde rêkin bajêr. Ji ber bi giştî ev berxwedanî gelêrî bû. Ew hijmara kêm ya hevalan ku hatin şandin jî bi armanca perwerde kirina ciwanan hatibûn erkdar kirin. Lê weke planekî berfereh çi biryarekî wisa tûne bû. Di despêka berxwedanê de Heval Masum Rojhilat bi grupekê re derbasî Cizîrê bûn. Piştre her ku êrîş tundtir bûn çend hevalên din jî hatin rêkirin, hijmarek kêm ji hevalan hatin rêkirin. Bi çend hevalên xwedî tecrûbe û bi vîn û berxwedana ciwanên Cizîrê destanên dîrokî hatin nivîsandin. Wan rûmeta mirovahiyê parastin. Di hemû kêliyên xwe de bi asta herî bilind li berxwedan û bi eşqekî şehîd bûn. Gelê Cizîrê yê xwedî mîrasekî mezin û dîrokî ya berxwedanê carekî din serî li hember faşîzmê hilda û helwesta xwe nîşan da. Di wê berxwedanê de nêzî 300 qehreman şehîd bûn û bi piranî welat parêz û xelkê Cizîrê bûn.

'CIZÎR STARGEHA GELÊ KURD E'

Bêguman Cizîra Botan xwedî kevneşopiyekî dîrokî ya berxwedan û serhildanê ye. Dibe ku ji sedsala 15’an zêdetir qala Cizîrê tê kirin. Weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî ku Mem û ZÎn nivîsandî, dîsa Bedirxan Beg û her wekî din, lê ji beriya wan jî gelê Cizîrê xwedî kevneşopiyeke resen a Kurdewariyê ye. Di dîrokê de rolekî mezin lîstiye û bi rola stargehekî parastinê ji gelê Kurd re rabû e. Di dîroka Tevgera me de jî di salên 90’î pêşengtî ji serhildanan re kir. Ango Cizîr di dîroka Kurdistanê de tamarekî berxwedanê ya sereke bûye. Civaka Kurd her tim bi sekna gelê Cizîrê serbilind bûye. Her tim pêşengên xwe ava xkiriye. Di berxwedan Rêveberiya Xweser de jî pêşengên weke Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û Rûkenan ava kir.’’

'MEHMET Û ASYA BERXWEDÊRÊN HEQÎQÎ NE'

Fermandar Armanc destnîşan kir ku berxwedaniya Cizîrê ku bi awayekî gelêrî pêşket pêşengên xwe ava kir. Armanc li ser pêşengên vê berxwedanê wiha axivî: ’’Pêşengên vê berxwedanê ku bi perspektîfên Rêber APO tevdigeriyan weke Mehmet Tûnç derket ser dika dîrokê. Di hemû axaftinên wî de banga serî netewandinê û parastina nirxên civaka Kurd dike. Ew axaftinên wî têrê dike ku mirov kesayeta wî nasbike. Raste ku Mehmet Tûnç ji gundê Cefanê a Şirnexê bû lê ew rih û sekna wî bi hemû detayên xwe ve yê Cizîrê bû. Zarokê wî gelî bû. Ji bo parastina rûmeta civaka Kurd çi bedel dibe bila bibe li hember hovîtiya dewleta Tirk heya nefesa xwe ya dawî li berxwe da û çok ne danî. Li hemberî plana çok danînê bi sekneke berxwedêr layiqî gelê xwe bû. Axaftin û piratîka wî yek bû. Pêşengekî heqîqî yê gel bû. Jixwe axaftina wî ya dawî ev bû; li hemberî hovîtiya dewleta Tirk me li ber xwe da û çok nedanî, bila gelê me bi me serbilind be. Ev ne tenê çend gotin in. Di rewşekî wisa ya êrîşên giran de li kêlek gelê xwe seknekî bi rûmet nîşan dide.

Asya Yuksel jî heman awayî cewherê xwe yê welatparêzî û Kurdewariyê parastî bû. Jiineke Cizîrî ya resen û bi koka xwe yê çandî ve girêdayî bû. bi cewherekî serhildêr bûn hêza herî xurt li hember dagirkeriyê. Fikir û piratîka wan vê yekê nîşan da. Di tekoşîn û xebatên rêxistinî de demdirêj cih girt û her peyama wê berxwedan bû. van pêşengan di zindanan de li berxwedane, xwediyên têgihiştin û kurbûna dîrokî ne. Ji xwe heger kurbûnekî dîrokî nebe ne gengaze kesayetekên wisa derkevin.

'FERMANDARA HÊZÊN CEWHERÎ BÛ'

Dîsa heval Rûken Hoser ji gundê Hoser ku nêzî ava Dijle ye û girêdayî Cizîre Bota ye, ji dayik dibe û hîmên civaka wê di kesayeta wê de bi cih dibe ye. Heval Rûken di salên 90’î de beşdarî nav gerîlayên azadiyê Kurdistanê dibe. Ji şervantiya xwe heta erkên fermandariyê beşdarî bi dehan şer û çalakiyan bûye û pêşengtî kiriye. Heval Rûken piraniya piratîka xwe li herêma Botanê derbas dike. Di salên dawî de çend sal di Fermandariya eyaleta Mêrdînê cih digirt. Beriya derbasî Cizîrê bibe weke fermandareke herema Besta erkdar e. Dema şerê bajaran dest pê dike ji hevalên herî zêde bi israr xwe pêşniyar dike ji bo bibe parezvanekî gelê Cizîrê heval Rûken bû. Ser vê esasî di Fermandartiya Hêzên Parastina Cewherî de cih girt. Heval rûken di tekoşîna xwe de beşdarî gelek çalakiyan bûye. Di hemû çalakiyan de bûye pêşeng û di tîmên êrîşê de cih girtî. Heta di gelek çalakiyan de çûye ser dijmin û çek ji ser wan rakiriye. Bi xwe Fermandar e lê her di çeperên herî li pêş de cih girtiye. Hevaleke wisa wêrek bû. Sekna Heval Rûken angaşta serkeftinê bû. Ji ber wê ew di kîjan komê Gerîla de cih bigirta, serkeftin gengaz bû. 

Ew jî li nexweşxanê ye dûyemîn a Cizîrê li gel her dû Hevserokên bajêr Mehmet tûnç û Asya Yuksel bû. Ruxmî ku birîndar e jî lê dest ji şer û berxwedanê bernadê. Hemû tecrûbeyên xwe yên şer dixê xizmetê şervanan. Di derbên da yên kul i dijminê dagirker dane rola Heval Rûken di asta herî jor da ye. Di wê nexweşxaneyê de dijmin bi rojan wan dorpêç dike û banga teslîmiyetê dike lê wan qehremanan ji sekna bi rûmet danakevin û teslîm nabin. Bi rojan birîndar hene, cebilxane kêm e, tî û birçîne lê dîsa teslîm nabin. Jixwe ji rojên desgpêkê de dorpêç heye û av ser wan tê qut kirin. Ew hevalên li nexweşxana taxa Cûdî wisa li berxwedan. Li taxa surê jî gelek ciwan û xwendevan têda hene. Ava wan nemabû û rewşa wan pir zor bû. Piştra dijmin şûşeyên avê davêjê cihê wan lê di wan şoşeyan de benzîn heye. Piştî ku şoşe davêjin jî agir pêdixin û wisa hemû ciwanên wir şehîd dibin. Ango dewleta Tirk hovitiyek wisa pêk anî ku di dîrokê de nehatiye jiyîn. Nikare wan ciwanan teslîm bigre lê bi vî awayî hov wan şehîd dixe.’’

'WÊ TOLA WAN LI ERDÊ NEMÎNE'

Armanc şehîdên Berxwedana Cizîrê bi bîranî û soza tol hilgirtina wan dûbare kir:’’Em dikevin salvegera 5’an ya vê berxwedanê. Ji bo me hêzên gerîla ev salveger gelek xweî mane ye. Encex bi avakirina welat û gelekî azad em dikarin tola wan şehîd rakin, Ji dervayê vê ne pêkan e. Tola Heval Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Rûken, Masum, Axîn, Sîdar, Harûn û gelek hevalên ciwan hene ku heya dawî şer kirin wê were rakirin. Wan hevalan bi rûmetî şer kirin û riya tekoşîn û serkeftinê ji me re vekirî hiştin. Ji bo wê bîranînê vê rojê ji bo me berpirsyartiyên giran ferz dike. Ji bo xwedî derketina wan divê faşîzma dewleta Tirk were şikandin û xeyalên wan a rojên azad pêk werin.

'SOZA ME, TOLA ŞEHÎDANE'

Li ser bîranînê Berxwedana Cizîrê heval Firat Pirsus çalakiya xwe ya fedayî pêk anî. Heval firat xwendevaenkî ji Pirsusê bû ,di berxwedana Silopya de cih girt. Heval Firat weke ku erkên xwe ne aniye cih piratîka xwe bi nav dike. Girêdana Heval Firat a xeta azadiyê pir zelal e û çalakiya ku pêk anî isbata vê yekê ye. Heval Firat ji her kesî zêdetir bi êşa gelê Cizîrê hîs kir û ji bo tolhildana şehîdan biryara çalakiyê fedayî da. Gumanê çi kesekî nebû ku çalakiya heval Firat bi sernekeve, ji ber ji xwe re kiribû armanc ku tola şehîdên Cizîrê rake û weke rexne dayînekê ji dîrokê re bide. Bi vî awayî Heval Firat çalakiya xwe ya canbaxşane pêk tîne û ew navenda şerê taybet ku destê wan di xwîna zarok û gelê Cizîrê de heye bi giştî imha kir. Bêguman ew rihê li Cizîrê pêş ket layiq e ku em bi vî awayî ser dijmin de biçin. Em ê muheqeq bîranînên wan şehîdan di welatekî azad de bidin jiyîn, ev soza me ji bo tevahî gelê Kurd e, em ê bi berpirsyariyên demê rabin.’’