Armanc Cemre: Hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bû

Ji şopdarên xeta fedaîtiyê ya PKK'ê Armanc Cemre bi berxwedana li dijî dijmin hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bû.

Armanc Cemre (Fatoş Zûgûrlî) ji malbata Zûgûrlî ya welatparêz a ji gundê Fîs ê Licê bû ku PKK lê hate avakirin. Ji ber zexta dewleta Tirk malbata wê neçar ma koçî Duzceyê bike. Fatoş Zûgûrlî jî li wir ji dayik bû, dûrî welatê xwe ji dayik bû, lê bi çanda Kurd mezin bû.

Fatoş Zûgûrlî hîn di temenekî biçûk de li sîstemê pirsî, bala xwe çû ser şoreşgeriyê. Piştî ku hevaleke wê tevlî nava refên gerîla bû bala Zûgûrlî ya li ser PKK'ê hîn zêdetir bû, bersiva li pirsên li nêrînên xwe di nava fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê de dît.

Sala 2015'an bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê re bi rengekî çalak dest bi karên Komalên Ciwan kir, di pêvajoya Xwerêveberiyê de tevlî Berxwedana Nisêbûnê bû. Zûgûrlî li Berxwedana Nisêbînê şahidî ji gelek fedakarî û lehengiyên mezin re kir û di dema vekişînê de dîl kete destê dijmin. Sal û nîvekê li zindanê ma, bê sebir li benda wê rojê ma ku kincê gerîla li xwe bike. Hêrs û kîna wê ya li dijî dagirkeran her roj hîn zêde bû û piştî ji zindanê derket bêteredût berê xwe da refên gerîla.

XWEDÎ LI NIRXÊN ŞEHÎDAN DERKET

Di her kêliya jiyana gerîla de ji xwe re kir armanc ku bibe mîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan û Bêrîtan, navê Armanc Cemre li xwe kir û xwedî li nirxên şehîdan û Rêber Apo derket.

Gerîla Armanc girîngiya herî mezin da hevrêtiya li nava PKK'ê, di hevpeyvîneke xwe de li ser hevrêtiyê gotibû, "Hevrêtiya li nava PKK'ê mîna sira gerdûnê ye. Hûn hezkirineke bi vî rengî ya hevrêtiyê li devereke din nikarin bibînin. Hezkirineke welê ye ku di oxira wê de hûn dikarin li ber hemû cîhanê rabin."

Gerîla Armanc ji bo xwe bigihîne nasnameya jinê ya zad gelekî hewl da, ked da û piştî ku li Akademiya Şehîd Leyla Şaylemez tevlî perwerdeyê bû, derbasî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Armanc Cemre têkoşîna xwe di nava her şert û mercî de bi xwest dewam kir, da ser şopa Çîçek, Zîlan, Sara, Delal û Têkoşînan. Gerîla Armanc li çiyayên Kurdistanê li dijî êrîşên dijmin bi îrade, moral û coş têkoşiya, hestên xwe yên têkildarî hevrêyên xwe yên li tunelên şer bi vî rengî anîbû ziman: "Têkoşîna ku hevrêyên min dide, ev şer û berxwedan tercîhên şênber ên ji bo jiyaneke azad e."

Armanc ne di şerê tunelan de bû, lê bi heman ruh û wêrekiyê li dijî dijmin şer dikir, piştgirî dida hevrêyên xwe. Gerîla Armanc ku ji şopdarên xeta fedaîtiyê ya PKK'ê bû, bi têkoşîn û sekna xwe ya milîtanî hêjayî Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd bû. Gerîla Armanc 17'ê Tîrmeha 2022'an di êrîşên dewleta Tirk de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û bû yek ji bi hezaran lehengên Kurdistanê.