Arê: Bi saya Simko Serhildan em bi ser ketin

Fermandara HPJ'ê Aryen Arê ji fermandarên YRK'ê Simko Serhildan (Macît Kaviyan) di salvegera 11'an a şehadeta wî de bi bîr anî û got, "Bi şer û berxwedana bi pêşengiya wî me serketineke mezin bi dest xist."

Fermandara Hêzên Parastina Jin (HPJ) Aryen Arê, di derbarê salvegera şehadeta Simko Serhildan de, her wiha di derbarê Destana Qendîl de ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir. Aryen Arê bi awayeke berfireh kesayet, şoreşgerî û fermandarî ya Şehîd Simko ya pêvajoya ku bi hev re gerîlatî kiribû vegot.

PISPORÊ GERÎLATIYA ROJHILATÊ KURDISTANÊ ŞEHÎD SIMKO

Fermandara HPJ’ê axaftina xwe bi bîranîna şehîd Simko Serhildan û hevrêyên pêre di pêvajoya berxwedana sala 2011’an a li hemberî êrîşên hêzên Îranê de şehîd bûbûn bibîr anî û got, “Em di serî de fermandarê efsanewî, pisporê gerîlatiya Rojhilatê Kurdistanê Simko Serhildan di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin. Di heman demê de di şexsê rêheval Simko Serhildan de hemû hevalên ku di sala 2011’an de di şerê Qendîlê de şehîd bûn em bi hezkirinin û rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo ku rihên şehîdên xwe her tim zindî bigirin em bi sozekî, bi peymanekî herî mezin girêdayî armancên wan bin û li ser vî esasî jî dibêjin ku emê teqez bigihîjin azadiyê, bigihîjin serketinê. Bi vê nêzîkatiyê her rojê ku di vê jiyana pîroz de tê derbaskirin bi kêfxweşî û bi kelecana hevaltiyê wateya xwe mezin dike.”

ŞEHÎD SIMKO JI BO ROJHILATÊ KURDISTANÊ PÊŞENGIYA HERÎ HEQÎQÎ KIR

Aryen Arê bal kişande ser sekna şehîd Simko ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê û wiha pêde çû; “Heval Simko bi fermandariyê xwe, bi jiyanê xwe ji bo Rojhilatê Kurdistan pêşengiya herî heqîqî kir. Bi şexsiyeta xwe ya şoreşger mohra xwe li dîrok da û di dil û mejiyê mirovahî de cihekî xwe ya taybet çêkir. Salên dirêj li ser şehadeta wî derbas bûn lê ew hezkirin û hevaltiya wî tu carî nehat ji bîr kirin. Jiber ku tiştên ku heval Simko ji me re hişt maneviyat bû, Hezkirina hevaltî bû û girêdana bê dawî ya bi welat re bû. Emê bi van mîrasan hemû erkên serdemê bi cih bînin û zaferê bi dest bixin.”

QASÎ KU FERMANDAR BÛ EWQASÊ JÎ HEVRÊ BÛ

Fermandara HPJ’ê Arê di berdewama nirxandinên xwe de behsa pêvajoya beriya şerê Qendîlê kir û got, “Beriya ku şerê Qendîl destpê bike derfetê me yê naskirina heval Simko çêbibû. Dema ku me heval Simko nas kir tişta ku herî zêde balê me kişand di pêşengî de, di hevaltî de, ya rastî di giştî jiyana şoreşgerî de erk û berpirsyartiya wî ya xwezayî bû. Di hebûn, hezkirin û watedayîna xwe de xwedî taybetmendiyên wisa bû ku her heval dikaribû xwe nêzî wî bikira û hevaltiyek herî germ bida meşandin. Di têkiliyên xwe de baweriyek wisa ava dikir ku parvekirinên pir bi wate pêş diketin. Pêşengiya ku heval Simko dikir bi tenê wek fermandarek nebû, bi qasî ku fermandar bû ewqasî rêheval bû. Ev nêzîkatiyê wî ya bi hezkirin ve tijî dihişt ku li ser jiyan û hevalên xwe bandorên mezin çêbike. Heval Simko di famkirina fikir û felsefeya Rêbertî de, di heman demê de di famkirina dîrok û civakê de xwedî asteke bilind bû. Ji ber vê yekê jî di lêgerîn û tekoşîna xwe ya azadiyê de pir girîngî dida hezkirin û yekbûna hevaltî û jiyanê. Ev rastî jî di milê her hevalek de hezkirinên pir mezin li hember heval Simko pêş dixist.”

HEVAL SIMKO BI RÊBER APO RE BÛ YEK

Arê her wiha anî ziman ku dema şehîd Simko dest bi tekoşînê kir wekî her ciwanekî nakokiyên xwe bi pergal re hebûne û wiha axaftina xwe domand, “Lê her dema ku di nav tekoşîna azadiyê de jiyan kir bi çand û exlaqa Rêber Apo re, bi hezkirina jiyana azad a ku Rêber Apo kêlî bi kêlî bi fikir û felsefeya xwe ve av dida vê jiyanê nas kir, di têkoşîna xwe de bêyî ku navberekî bide, bêyî ku westandinek jiyan bike xwe bi vê jiyanê re, bi Rêber Apo re kir yek. Ji ber bingeha xwe ya xurt û bi sekna xwe ya ku heta dawî bawerî dida, di qadên herî zehmet û stratejîk de ma. Heval Simko di vê jiyana Rêber Apo de dema şervan bû şerwantiya herî rast çawa tê kirin re bû bersiv, dema fermandar bû fermandarek Tevgera Apoyî pêwîste çawa be re bû bersiv û bi giştî di jiyana xwe de jî hevaltiya herî kûr, herî bi wate, herî bi hezkirin pêwîste çawa be re bû bersiv. Ji ber vê yekê jî em dibêjin heval Simko ji bo Rojhilatê Kurdistan fermandarek mezin e û bi rihê zaferê ve dagirtî ye. Bi pêşengî û fermandariya wî hem di milê taktîk de, hem di milê stratejîk de her wiha di milê îdeolojîk, siyasî û polîtîk de asteke pir mezin hat bidestxistin. Ev çi dide diyarkirin? Ev dide diyarkirin ku heval Simko pêşeng û şoreşgerekî piralî bû û tu carî bê armanc nebû, tu carî di jiyana xwe de valatiyan nehişt; ji ber vê yekê jî di jiyana gerîlatî de ewqas bandorekî mezin çêkir.

Me sal, meh û rojên pir xweş bi heval Simko re jiyan kir û her dema ku me pêre jiyan kir me fam kir ku îradeya mirovê azad çiye, çawa ye. Ya din jî; mirovekî xwe fedayê heqîqetê bike, mirovekî ku bi wêrekî şerê hebûn û azadiyê bide meşandin pêwîste çawa be, me di şexsê heval Simko de bi rengekî herî şênber dît. Ji ber vê yekê jî tarz û tevgerîna wî ya jiyanê tu carî seranser an jî jixweber nebû. Heta dawî bi pilan û proje bû. Di jiyanê de her tim lêhûrbûnên wî, guftûgoyên wî li ser Rêber Apo û li ser azadkirina welat bû. Li cihê dima her tim hevalan dida lêhurbûnkirin û digot: ‘Ji bo welat pêwîste em şer bikin, lê emê çawa bibin pêşengê vî şerî?’ Ev nêzîkatiya wî ya li beramber jiyana Apoyî dihişt ku her kêlî hîn mezintir, kûrtir û bi watetir jiyan bike û di dînamîzma jiyana Apoyî de bibe hêza guhertin û veguhertinê.” 

JI BO KU BIBE FERMANDAREK SERDEMÊ RÊBER APO XWEND, FAM KIR Û JIYAN KIR

Fermandara HPJ’Ê Aryen Arê di beşek din a nirxandinên xwe de gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya, “Ger hûn di jiyanê de encam bigrin hûne di şer de jî serketin bi dest bixin” bibîr xist û wiha behsa nêzîkbûna şehîd Simko a ji bo fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, “Heval Simko li gor vê rastiyê jiyan dikir. Qasî ku fermandarê şer bû ewqasî ya jiyanê bû, yanî di nav şer û jiyanê de diyalektîkek ewqasî xurt ava kiribû ku ji bo me hemûyan bûbû mînaka fermandarî û şoreşgeriyê. Tişta ku di şexsê wî de ev yek pêş dixist jî zelaliya ku di armanç û îdia de hatibû avakirin bû. Heval Simko ji bo ku bibe fermandarek serdemê di asta herî jor de Rêber Apo xwend, fam kir û jiyan kir. Ji ber vê jî di her erkê ku rêxistin dayê de tu carî bê encam nema. Di nav derfetên herî kêm de jî bi afrîneriya herî mezin serketinan qezenc kir, jiyan ava kir.

JI BO ROJHILATÊ KURDISTANÊ MÎRASÊN MEZIN LI PEY XWE HIŞT

Heval Simko bi meylên xwe ya Kurdewarî rihekî netewî qezenc kir. Bi her çar beşê Kurdistan re bû yek û tu carî, li tu derî xwe xerîb hîs nekir. Xwe ji bo şoreşê giştî Kurdistanê feda kir û bi vê sekna xwe bû fermandarê efsanewî ya Kurdistanê. Heval Simko bi şerê xwe, bi jiyana xwe û bi kesayeta xwe ji bo Rojhilatê Kurdistanê pir mîrasên mezin li pey xwe hişt; ji ber vê jî pêwîste em wek gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê heta dawî li pey şopa heval Simko bimeşîn.”

DI ŞERÊ QENDÎL DE FEDAÎTIYA HEVAL SIMKO DI HEMÛ HEVALAN DE SEKNEKÎ FEDAYÎ AVA KIR

Fermandar Aryen Arê bi van gotinan behsa sekn û helwesta Fermandar Simko Serhildan ên kêliyên şerê Qendîlê kir; “Di şerê Qendîl de yê ku di giran de şer koordîne kir heval Simko bû. Ji roja ku şer destpê kir heta roja şehadeta xwe yek kêlî senger berneda. Tu carî negot ku ez fermandarekim, di cihekî cuda de bisekinim, bila şervan şer bikin û ez şer birêve bibim. Heval Simko got, ‘Ger ez fermandar bim ezê di sengerê herî pêş de bim, ger ez fermandar bim ezê aqilê şer bim, ger ez fermandar bim di hemû hevalên li gel xwe de hêvî, bawerî û moralê herî mezin bidim ava kirin ku bi motîvasyonekî bilind li hember dagirkeriyê şer bê mezin kirin’. Ew rihê fedayî ku di şerê Qendîl de pêş ket û di wan giran de şer bir serketinê, rihê ku heval Simko dabû avakirin bû. Fedaîtiya heval Simko li ser hemû hevalan bandor kir û ev rih kir riheke giştî. Di heman demê de pêşengiya heval Simko hişt ku her hevalek di asta herî jor de bi wêrekî şer bike, di zaferê de kîlît bibe. Bi şerê xwe ya li hember dagirkeriyê re em ji civaka xwe re bidin diyarkirin ku kes nikare rûmeta me bin bixe, kes nikare me bê îrade bike.

ÎRANÊ HESAB NEKIRIBÛ KU EWÊ LI HEMBERÎ XWE KÎ BIBÎNE

Dema ku Îran êrîş bire ser Qendîlê pir planên cûda kir. Lê Îran ev yek qet hesab nekir ku dema hat ewê li hemberî xwe kî bibîne? Ew ê gerîlayên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe di azadiyê de, di heqîqetê de feda kirî bibîne, gerîlayên ku dizanin ji bo çi şer dikin, ji bo çi diçin şehadetê bibîne. Zelalbûna ku di Qendîlê de dihat jiyankirin hişt ku dewleta dagirker a Îranê roja îro jî bi hatina xwe ya Qendîlê poşman be. Di wî şerî de di pêşengiya heval Simko de HRK’ê li hember Îranê serketinek mezin qezenc kir û Îran bi teknîk û taktîkên xwe ve li Çiyayên Qendîlê binketinek mezin jiyan kir. Tişta ku di vî şerî de derket holê ew bû ku dagirkerî nikare li hember neteweya demokratîk bi ser bikeve, dagirker nikare ronahiya azadiyê ku Rêber Apo pêxistî vemirîne, dagirkerî nikare welatê me dagir bike; ji ber ku êdî pêşengên xwe hene, fedaiyên xwe hene. Heval Simko di vî şerî de bi her kesî da fam kirin ku hêz, cesaret û îradeya me heye û têr dike ku em hemû dagirkeran bin bixin. Ev rastiya ku bi xwe re serketinan anî di roja me ya îro de jî germahiya xwe diparêze.”

DEM DEMA LI SER AXA XWE ŞERÊ RÛMETÊ, ŞERÊ AZADIYÊ MEŞANDINÊ YE

Fermandara Hêzên Parastina Jin ên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Aryen Arê di dawiyê de ev bang û nirxandin kir, “Di vî şerî de rêngê peşengiya heval Simko hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistan hişyar kir, civak hişyar kir. Her ciwanekî me yê Rojhilatê Kurdistanê di şexsê heval Simko, Sarya, Evîndar, Berfîn û Egîd de xwe nas kir û hêza xwe dît. Xwedî derketinek pir mezin di milê civakê de pêşket. Civak li fermandarên xwe, pêşengên xwe, gerîlayên xwe xwedî derket û ref bi ref tevlî şoreşa azadiyê bû. Îro ger em li Rojhilatê Kurdistanê gerîlatî dikin, têkoşîn dikin li ser van kokan xwe qawîm û mezin dikin.

XWEDÎDERKETINA WAN BI TEVLÊBÛNA REFÊN GERÎLA PÊKAN E

Di dawî de em bang dikin ku hemû malbatên me yên şehîdan, malbatên me yên welatparêz ya rastî hemû gelê Kurd, Kurdistanî û gelê Îranê li dora fikir û felsefeya Rêber Apo kom bibin, xwe rêxistin bikin û li hember dagirkeriyê têkoşîn bikin. Bi taybet di şexsê heval Simko, Evîndar, Berfîn û Egîdan de xwedî pêşengên xwe, gerîlayên xwe derkevin û bi mîrasên wan re jiyan bikin. Ev jî bi tevlîbûna refên gerîla ve pêkan e. Ji ber ku dem dema azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye, dem dema li hember dagirkeriyê şerkirin e, dem dema li ser axa xwe şerê rûmetê û şerê azadiyê meşendinê ye.”