Aqûbeta Arslan ê 23 sal in windaye pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Resûl Arslan ê ji sala 1997’an û vir ve winda ye pirsîn.

Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Resûl Arslan ê piştî şer çli Bogozu ya navçeya Kerboran a Mêrdînê sala 1997’an qewimî û şûnde ti agahî jê nehate girtin pirsîn.

Endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Ercan Yilmaz serpêhatiya Arslan vegot.

Yilmaz destnîşan kir ku piştî şerê ku qewimî agahî ji Arslan nehate girtin li ser  vê malbatê serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê da. Yilmaz diyar kir ku malbatê aniye ziman ku Arslan ê tedawiya derûnî dibir bi pîjema û terlikan ji mal derketiye û ji wê rojê û şûnde ti agahî jê nehate girtin.

Yilmaz diyar kir ku li gorî hinek şahidan li derdorî goristana li nêzî gundê Ilisû yê bi qasî nîv saetê ji herêma şer dûr Arslan hatiye dîtin, lê piştî şer ji ber sewqiyata leşkerî ya herêmê malbatê nekariye li Arslan bigerin û got: “Li gorî gotinên cerdevanên di şerê navbera milîtanên PKK’ê û hêzên ewlekariyê de li herêma mijara gotinê derketî cih girtin, 7 kes di şer de jiyana xwe ji dest dane. Malbata Resûl bi gumanin ku cenazeyê zarokên wan Resûl Arsalan di nava 7 kesên hatine veşartin de hebe. Malbatê ji wê rojê heta niha ti agahî ji Arslan negirtiye.”