Andok sembola wêrektiyê ye

"Heya ku li ser xaka Mezopotamya leheng, egîd, dilsozên weke wan hebin wê ti carî neyar bi ser nekeve û wê nikaribe bijî."

Kesên ku gihaştine kûrbûna wateya jiyanê her tim yekbûna jiyanê li her derê û her demê diparêzin dibin xwedî ruhekî APOYÎ. Gerîla Andok jî yek ji wan gerîlayan e û xwedî wî ruhê bû. Ev ruh di tevahî jiyana wî de û heskirina wî de hebû. Andok bi kenê xwe tevahî sînoran parçe dikir. Bi hêvî û heskirina xwe jî dibû hêvî ji bo zarokên pêşerojê. Gerîlayek gelek bi xîret û wêrek bû.

Eslê xwe ji Çelê bû û di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Weke ciwanek Kurd di ferq û zanabûna dagirkeriyê de bû ku neyar li ser welat û jiyana wan pêk dianî. Bi vê zanabûnê têdikoşiya. Ev zanabûna wî dihişt ku hêvî û baweriya wî jî li hember hevaltiyê, jiyanê û têkoşînê jî her deman zêdetir bi hêz bibe. Gerîla Andok hevaltiya rast û pak di nava PKK’ê de dîtibû û ew dijî. Ji bo vê yekê jî ji bo wî hevaltî, xwedîderketina li nirxên hevaltiyê û jiyanê hêja bû. Di gerîla Andok de heskirin ew bû ku mirov rast bijî û weke ciwanekî Kurd xwedî li nirxên rêhevalên xwe yên şehîd derbikeve û dilsozê wan be.

Di nava jiyana PKK’ê de hêrsa tolgirtinê bi zanabûn tê honandin. Zanebûna dîrok, hebûn, jiyan, pergala baviksalarî û weke ciwan û mirovê Kurd dagirkeriya li ser wan tê meşandin. Gava mirov kete ferq û zanebûna wê de wê demê her tişt ji nû ve tê avakirin guhertin û veguhertin. Gerîla Andok jî xwe gihandibû vê zanebûnê û tevahî jiyana xwe jî li hember vê ava kir. Ji bo wê gava digotin hevaltî her tişt disekinî.

Ger ku mirov bixwaze rast bijî pêwîst e mirov li pey rastiyê bikeve, ango mirov bibe lêgerokê wateya jiyanê. Lê heman demê de jî bibe parezvanê wê. Gerîla Andok jî bi vê ferasetê tevdigeriya. Ji xwe ew wolkanê ku di dil û mejiyê wî de geş dibû, di ronahiya çavên wî de xwe dida der. Çavên wî, ew dilê wî yê ku ji pakbûyîn, sadebûyînê û dûristbûyîna xwe qet tawîz nedaye bi awayekê gelek zelal diyar dikir. Ango çavên wî nasnameya ew dilê wî yê ku xwe ji tevahî qirêjiyan parastiyê di malzaroka xwe de bû. Bi kenê xwe yê ku hêvî dida û bi wê hêrsa xwe ya tolhilanînê diyar dikir ku wê ken û hêvî ti carî kêm nebe li ser axa welatê wî.

Min gerîla Andok di dem û kêliyên gelek bi wate de naskir. Gava min nas kir jî di derdorê hevalên xwe de weke ew pepûleyê ku ji her gulekê tiştekê bigre di geriya. Weke ku cewherê her hevalekê xwe bigre û bi cewherê xwe re bike yek. Gerîla Andok di tevahî çalakiyên xwe de ji bo xwe û ji bo hevalên xwe jî ji derveyê serkeftinê tu rê ne dipejirand. Di çalakiya ku 12’ê Hezîranê de ku li ser Grê Sipî yê girêdayî Şemzînanê pêk hatibû neyarên xwe tar û mar kiribûn û nêzî 20 leşker hatibû kuştin û çek li ser sengeran rakiribûn, di nav wê komê de bû ku bi dizî ketibûn nav leşkerên dagirker. Yek ji wan kesên ku çek li ser sengerên neyar girtibû gerîla Andok bû. Heman demê de ew çalakiya ku 2’yê Mijdarê li Şemzînanê pek hetibû, di vê çalakiyê de jî ku neyaran feleka xwe şaş kirin, cihê xwe digre. Weke her tim bi qehremanî, wêrektî û fedayî bi hevrêyên xwe re li hember dagirkeriyê şer dike. Ew û çar rêhevalên xwe ji bo jiyanekê bi rûmet, ji bo pêşerojek azad têdikoşîn û tevlê nava refên pakrawanan dibe.

Belê bila neyar bitirse û ditirse jî, ji ber gerîla Andok hene, gerîla Stêrk…

Heya ku li ser xaka Mezopotamaya leheng, egîd, dilsozên weke wan hebin wê ti carî neyar bi ser nekeve û wê nikaribe bijî. Em nêrînên ku gerîla Andok di çalakiya 12’ê Hezîranê de dabû diyar kirin bi hev re guhdarî bikin.