Amed xwe ji bo 1'ê Gulanê amade dike

Nûnerê DÎSK'ê yê herêma Amedê M. Şîrîn Gurbuz diyar kir ku wê 1'ê Gulanê dakevin hemû kolanên Amedê û got, "1'ê Gulanê ji bo me girîng û watedar e. Yên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin, wê nikaribin hevrêyên wî biqedînin."

DÎSK, KESK, TMMOB, û TTB'ê hefteya bihurî bi hev re daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku wê 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştgirî û Yekîtiyê ya Kedkar û Karkeran bi coşa Newrozê li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz bikin. Li Amedê jî di vê çarçoveyê de amadekariyên ji bo 1'ê Gulanê dest pê kirine. Nûnerê Herêma Amedê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Mehmet Şîrîn Gurbuz li ser karên xwe yên ji bo 1'ê Gulanê ji ANF'ê re axivî.

ME DEST BI KAR KIR

Gurbuz diyar kir ku ji bilî MHP û AKP'ê wan hevdîtin bi hemû partiyên siyasî û saziyan re kirine ji bo tevlî karê 1'ê Gulanê bibin û got, di hevdîtinan de bersiveke erênî ji wan re hatiye dayin. Gurbuz got, "Me belavok, broşur, afîş û pankartên xwe amade kirine. Em ê 1'ê Gulanê dakevin hemû kolanên Amedê. Di pêvajoyeke wiha de ku hilbijartin tê ferzkirin, gelekî girîng û bi bandor e ku 1'ê Gulanê bi coş û bi heybet were pîrozkirin. Bi hezaran karker, kedkar û hevalên me yên kadroyî ku ji ber lêpirsînên ewlekariyê û biryarnameyan ji kar hatine derxistin, wê 1'ê Gulanê dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman."

Gurbuz diyar kir ku ew plan dikin pîrozbahiyeke herêmî bikin û wiha dewam kir: "Ji ber ku em ê pîrozbahiya herêmî bikin, em li bendê ne ku tevlîbûn jî li gorî vê çêbibe. Em bang li hemû bindestan dikin ku qadkevin qadên 1'ê Gulanê. Bi vê armancê em bi berfirehî dixebitin." Gurbuz bang li Amediyan kir ku tevlî mîtînga 1'ê Gulanê bibin.

GELÊ AMEDÊ KEDKAR E

Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di dawiya axaftina xwe de got, "Dibe ku Amed ne bajarekî pîşesazî û tekstîlê be, lê belê gelê xwe gelekî kedkar e. Ji bo pêşî li Rewşa Awarte û biryarnameyan bê girtin, em 1'ê Gulanê girîng û watedar dibînin. Yên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin wê nikaribin hevrêyên wî biqedînin. Em bang li her kesên ku xwe li derveyî sîstemê dibînin dikin ku 1'ê Gulanê li qada Stasyonê bin."