‘Amed wê xwedî li Ocalan derkeve’

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca di çalakiya ji bo Ocalan de axivî û got, “Amed wê bêdeng nemîne. Roj roja xwedîlederketina rûmet û îradeyê ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kir. Di daxuyaniyê de Wekîla HDP'ê Feleknas Ûca, rêveberên navçe û navendê yên HDP û DBP'ê, saziyên sivîl û gelek kesan cih girt. Ruxmê astengiya polîsan jî bi dehan kes li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê.

Ûca destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de vîna gelê Kurd rehîn hatiye girtin, 19 sal e Ocalan di binê tecrîdê de ye û îro AKP û MHP vê polîtîkaya tecrîdê kûr dikin û demek dirêj e tu agahiyan ji Ocalan nagirin. Ûca pirsa "Li Îmraliyê çi diqewime?" ji dewleta Tirk kir û wiha pê de çû: "Piştî pêvajoya çareseriya demokratîk bi destê hikumetê hat rûxandin, ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve agahî ji Ocalan nayê girtin." Ûca di dewama pirsên xwe de pirsên wekî "Sedema astengkirina hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê çî ye? Çima mafên Ocalan ji destê wî hatine giritn? CPT çima rapora xwe aşkera nake? Çima hevdîtina bi malbatê re tê astengkirin? û çi ji gelên li Rojilata Navîn tê veşartin" ji rayedarên dewletê kir û xwest demildest agahî ji Ocalan bê girtin.

Ûca piştrast kir ku Ocalan rola xwe ya aştî û çareseriyê her tişt raxistiye ber çavan û wiha axivî: "Di şexsê Birêz Ocalan de gelê Kurd rehîn hatiye giritn. Divê her kes baş bizanibe ku Ocalan xeta sor a gelê Kurd e. Em li dijî tiştên ku diqewimin hikumetê hişyar dikin; bila tecrîd bê rakirin. Em azadiya Ocalan dixwazin. Divê Ocalan bi gelê xwe re azadiyê ava bike."

Ûca bal kişand ser azadkirina Reqayê jî û bertekek tund nîşanê manşetên ku rojnameyên tirkî avêtine û ev tişt got: "Reqa jî, Kerkûk jî û Amed jî dilê Kurdistanê ye. Wê têkoşîna azadiyê ya gelê me dewam bike." Ûca herî dawî xwest demildest divê hevdîtina bi Ocalan re bê lidarxistin û piştrast kir ku wê gelê Amedê li dijî tecrîdê bêdeng nemîne.