Amed: Rojeva gelê Kurdistan Kongreya Netewî ye
Endamê Komîteya tekîliyên derve ê KCK'ê Navdar Amed, têkildarî hatin pêşmergeyên dêrîn, akademîsyen û ciwana wiha got: "Di rojeva gelê Kurd de xebata kongreya netewî ya Kurdistanê heye."
Endamê Komîteya tekîliyên derve ê KCK'ê Navdar Amed, têkildarî hatin pêşmergeyên dêrîn, akademîsyen û ciwana wiha got: "Di rojeva gelê Kurd de xebata kongreya netewî ya Kurdistanê heye."
Endamê Komîteya tekîliyên derve ê KCK'ê Navdar Amed,di derbarê hatina peşmergeyên dêrîn û rewşenbîrên ji herema Behdînan de ku li Qendîl daxuyanî dan ji ajansê mere axivî.
Amed diyar kir ku ev demeke li ser banga KCK'ê ya Kongraya Netewî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser xaka Kurdistanê ji her alîve banga piştgiryê tê, ji herêma Başûrê Kurdistanê jî destpêkê Pêşmergeyên Dêrîn û piştre jî akademîsyen û rewşenbîr hatin Qendîlê, ev gavekî girîng e ji bo Kurdan û wiha pê de çû:
“Ji herema Behdînan rewşenbîr, peşmergêyên derîn û dost hatin serdana Qendîlê. Ev demeke li Başûrê Kurdistanê hem ji hêla peşmergêyên derîn, ciwan û rewşenbîran ve li hemberî êrîşî dewleta Tirk, êrîşên taybet jibo Qendîlê û li ser gelê Bakur dixwazin piştevaniya xwe diyar bikin. Ev heyeta hatî bi vê armancê hatibû Qendîlê. Taybet rewşê dawî ya ku li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê derketî ji bo yekîtiya gelê Kurd, di vê mijarê de jî hemû Kurd di nav hewidanekê dane. Ev jî armancê sereke ji bo yekîtiya gelê Kurd bê çêkirin. Di rojeva gelê Kurd de xebata kongreya netewî ya Kurdistanê heye. Ev xebat jî hindek endamên KNK'ê organize kiri bûn, li ser vî esasî hatibûn Qendîle.
Amed destnîşan kir ku ew bi hatina wan pir kefxweş in, piştevaniya ku ew dikin jî gelekî gîrînge û wiha got: "Nezikbûn û armanca ku di nav gelê Kurd de tê ava kirin gelekî gîrîng e. Em ji di vî alî de gelekî bi hatina wan keyfxweş in û hem ji bo ev gav li hemû beşên Kurdîstan pêş bikeve xebate wisa dixwazin pêş bixînin.”
Endamê komîteya tekîliyên derve Amed, di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser xebatê wan ên li ser yekîtiya Kurdan kir û wiha anî ziman: "Her çiqas di beşê Kurdistan de hindek xebatên dijberî jî hebin, lê taybet gelê me hişyar e û êdî dijminahiya dewleta Tirk dizanin, lewra destê xwe didin gelê Kurd yê ku peşengîya wê jî
PKK û KCK dike. Armanc û nezîkbûne ke pir şîyar heye. Ji bo wê jî, ji wir û şûn de jî ji bo yekitiya Kurdan xebat û hewildanên me pêş bikevin”.