Amed bi agirê Newrozê û stranên berxwedanê dest bi rojê kir
Li Amedê hê berê sibehê coşî û kelecaniya Newrozê dest pê kir. Gelê Amedê ber bi qada Newrozê ve dibeze, ku qad 4 kîlometre dûrî navenda bajêr e. Amed radestî coş û kelecanî û stranên berxwedanê yê Newrozê bûye.
ANF
AMED
sêşem, 21 adarê 2017, 08:53
Li Amedê hemû kuçe û kolan bûne qadên pîrozkirina Newrozê. Hemû kuçe û kolan bi stranên berxwedanê olan didin û bi cil û bergên rengîn ên jin û mêran kuçe û kolanên Amedê xemilî ne.
Li gel hewaya sar jî, gelê Amedê guh nade sermayê û bi cil û bergên xwe y3en rengîn, bi stranên Newrozê ber bi qada Newrozê, Parka Newrozê ve bi lîlan û dîlanan diçe. Zar û zêç, jin û kal û yixtiryar û ciwanên ku cil û bergehên netewî li xwe kirine bi govendan ber bi qada Newrozê ve diçin. Li gel ku ji hêla komîteya amadekar a Newrozê ve ti komîteya tertîpê nîn e jî gel ji ber xwe ve kortêj çêkirine û li ber dengê dahol û zirneyan, bi kêf û şahî ber bi qadê ve diçin, bi deh hezaran.
Bi taybetî jî ji Sûrê û Baxlarê ku bi bi mehan qedexe û şer lê hebû bi hezaran kes bil îlan û dîlan û çepik û dirûşman ber bi qadê Newrozê ve bûne weke çemekî û diherikin. Stranên berxwedanê li herdu navçeyan jî olan didin. Di meşê de ji bo kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane dirûşm têne berzkirin.
4 hezar kesên ku ji hêla komîteya amadekar ve hatine peywirdarkirin ji berê sibehê ve li qaadê û derdorê peywira xwe dike. Dezgehên ku her sal têne danîn jî hatin danîn.
Gelê Amedê ji 5 baskan ve diçine qadê, polîs wan seh dikin û nahêlin rengên kesk, sor, zer derbasî qadê bibin. Her wiha polîsan dest li ser kartên komîteya amadekar danîn bi sedema ku nîşaneya serketinê li ser wan heye. Li gel ku dora qadê bi TOMA û polîsên çewîk ve hatiye pêçan jî gel bi deh hezaran ber bi qadê ve diçe.