Amed Şaho: Nabe ku dewlet bi îradeya azad a gelan bilîze

Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho: Her şîddeta dewletê tê wateya ku bi îradeya gelan dilîzin, ev jî dibe sedem ku xwepêşandan zêdetir bibin. Bi vê re gel zêdetir azadiyê dixwaze.

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho tevlî bernameya Lapere a radyoya Dengê Gel bû û pêvajoya herî dawî a li Rojhilat û Îranê nirxand. 

Şaho diyar kir ku ew hemû şehîdên şoreşa jinan bi bîr tînin û got “Vê şoreşê bingeha dewletê hejand, bi xwe re guhertinên dîrokî û civakî anî. Li Îran û herêmê şoreşeke civakî, siyasî û çandî pêk hat. Dewletê li hemberî vê berê xwe da rêbazên şîddetê û dixwaze şoreşê bêdeng bike. Her şîddeta dewletê tê wateya ku bi îradeya gelan dilîzin, ev jî dibe sedem ku xwepêşandan zêdetir bibin. Bi vê re daxwazên gelan zêdetir dibe, gel zêdetir azadiyê dixwaze. 

Em PJAK ev demeke dirêj e dibêjin ‘Ji demokrasiyê re erê, ji sêdaran re na’. Sêdar û darvekirin demokrasiyê nayne. Diyar e ku dewlet naxwaze çareserî û demokrasî li Îranê bi pêş bikeve. Gelên Îranê di demokrasî û azadiyê de israr dikin."

Amed Şaho diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku dewlet wekî guloka berfê ye û got “Ew gulok di dîrokê de gindir bûye û heta roja îro hatiye û mezin bûye. Lê niha li pêşiya wê gulokê astengî çêbûye. Ew astengî îradeya azad a gelên Îranê ye. Ev bûye sedem ku roja îro ew guloka berfê were helandin û parçe kirin.  Dewlet xwe li ser bingehekî ava dike. Ew bingeh jî ji civakê, ji gel pêk tê. Heta niha dewletê hegemonyaya xwe bi hêza zorê li ser civakê sepandiye. Tu dewletek bi daxwaziya xwe azadiyê xelatî gelan nake. Dewlet xelata xwe heta niha kuştin û komkujî bûye. Dewlet civakê dike kole. Lê dîsa jî civak dikare dewlet neçarî hinek gavan bike. Di vê serdemê de wextê wê hatiye ku gelên Îranê bi yekîtî, fikir, têkoşîn û  îradeyeke hevbeş dewletê neçarî avêtina hinek gavên demokratîk bikin. Şoreşa ku niha dimeşe li ser vî esasî ye. Eger dîsa jî dewlet gavan ji bo demokrasiyê neavêje, ev ji bo dewletê metirsîdar e û encam jî wê ne diyar be. Slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza demokrasiya herêmê îfade dike. Gel çawa dikarin Îranê demokratîze bikin; Yekem, pêwîst e her ferdek bi berspirsyartiya xwe a dîrokî, wijdanî û ehlaqî rabe û xwe ji desthilatdariya ku hatî ava kirin bi her awayî vekişîne. Tê wateya ku ferd nabe ku di aliyê fikir, kiryar û jiyanê de bikeve bin xizmeta dewlet û desthilatdariyê de. Nabe êdî dewlet li ser pişta civakê jiyan bike. Her takek dikare vêya bike û wekî Jîna Emînî bibe meşaleyeke şoreşê. Duyemîn; pêwîst e asta têgihîştina gel zêdetir bibe û her ferdek xwe nas bike. Ji ber ku dewlet xwe li ser esasê tunekirina nasname û hafîzeya mirovan mezin dike. Ji bo vê gelê Kurd dîroka xwe nas nake, îrade û hebûna xwe nas nake, cografyaya xwe nas nake. Gelên dîtir jî, Belûç, Azerî, Ereb û Fars jî wisa ne. Her gelek pêwîst e di derbarê xwe de lêkolîn bike û azadiya xwe nas bike. Eger ev çêbû wê çerxa heyî bizîvrîne û tirsa civakê bişkîne ku em dibînin roja îro tirs çawa şikiya. Gel dubare zindî dibe û ruh pê dikeve. Sêyemîn, eger îro kuştina jinekê bû çirûska şoreşê tê wateya ku bi dehan, bi sedan sedemên dîtir hene ku bibin çirûska şoreşê. Vana jî bibin sedem ku dewlet mecbûr bimîne gavan ber bi demokrasiyê biavêje. Sedem zêde ne, rewşa aborî, îdamên ku tên pêkanîn, embargoya ku li ser dewletê heye, meseleya netewe û zimanan heye ku di Îranê de tenê yek ziman di fermiyetê de tê naskirin û bi dehan sedemên dîtir hene ku gel dubare rabe û dewletê mecbûrî gavavêtinê bike. Bi tifaqa gelan, gel dikarin di Îranê de bigihêjin demokrasî û azadiyê. Maf, heq, azadî nayên dayîn, tên stendin û ev berdêl dixwaze. Ji bo wan xwîn tê rijandin. Di rêya vê şoreşê de nêzî 600 kes şehîd çêbûn. Ev şoreş êdî bûye xwedî nirx. Erka gel jî ev e divê xwedî li van nirxan derkeve. Xwedî li dîroka ax û cografyaya xwe derkevin. Ev hemû tovên azadî û demokrasiya pêşeroja Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne. 

Amed Şaho ragihand ku netewe-dewlet nikare demokrasiyê bîne ji herêmê re û got “Gel jî dixwaze bi hêza xwe, xwe bigihîne azadî û demokrasiyê. Di vir de hin faktorên esasî hene ku diyarker in. Beriya bûyera Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistan, şoreşger û pêşengekî mezin heval Rêzan Cawîd ji aliyê dewleta faşîst a AKP’ê hate şehîdxistin. Şoreşgerekî netewî ku di şoreşa Rojava de cih girt û xizmeta civaka xwe kiribû. Li Rojhilatê Kurdistanê helwesta ku derket holê, redkirina ferasetekê ye. Redkirina oryantalîzmê ye. Redkirina vê nêrînê ku dibêjin wê Emerîka demokrasiyê bîne herêmê. Xwedîderketina li şehîd Rêzan bû. Di merasîma heval de sirûda jinan hate xwendin û ev çirûskeke şoreşê bû, amadekariyek bû. Ji ber ku hêrsa gel zêdetir kir. Bi Şilêr Resûlî re ev zêde bû û bi Jîna Emînî re gihişt heqîqetê. Li aliyê din jî rewşa aboriya li Îranê heye ku dolar bûye 44 hezar tumen. Feqîrtî û kuştina kolberan zêde bûye.. Li ser esasê xalên ku me anî ser ziman em bawer dikin gel bi hevgirtina xwe şoreşê berdewam bikin û gelê Kurd jî demokrasî diyarî herêmê bike. Gelê Kurd îlhamê dide gelên Îranê. Rojavayê Kurdistanê îlham da hemû mirovahiyê. PKK û gerîlayên Kurdistanê îlhamê didin mirovahiyê. Rêber Apo jî wisa. Gelê Kurd rola demokratîkkirina herêmê girtiye ser milê xwe. Em li ser vî esasî bi erkên dîrokî re rû bi rû ne.”

Amed Şaho anî ziman ku dewlet xwe mezin nîşan dide û got “Dewlet mîna balonekê ye, bi derziyekê tu dikarî wê biteqînî. Dema ku xwe mezin nîşan dide, tirsê ava dike. Lê niha zarokekî 7 salî jî dikare wê balonê biteqîne. Ji ber vê gel êdî ji mirinê natirse. Ji sêdarê natirse. Gel êdî xwe û heqîqeta xwe dît. Êdî tu desthilatdariyê li ser xwe qebûl nake. Helê Rojhilat biryara şoreşê daye. Biryar daye ku çarenûsa xwe diyar bike. Di vir de paşdekişandin nîn e. Ev tê wateya ku wê şoreş were bilindkirin, dibe ku rê û rêbaz biguhere, lê wê berdewam bike. Vana xalên giring in ji ber ku gel stratejîk difikire. Giraniya dewletê nemaye. Dewlet dixwaze niha bi darvekirinan xwe kom bike.”

Amed Şaho da xuyakirin ku divê gel hişyar be û got “Pêwîst e gel xwe ji her cure tund û tujiyê biparêze û xwe jê dûr bigrin. Ji ber ku dewlet dike hincet ku zêdetir civakê biçewisîne. Gel pêwîst e di aliyê paradîgma, îdeolojî, felsefî, siyasî, aborî û birêxistinbûyînê de xwe xurt bikin. Pêwîst e gel cepheyekî demokratîk a gelan ava bike. Hemû pêkhate xwe rêxistin bikin. Jin, hunermend,werzîşkar, ciwan, karker, cotyar, bêkar xwe rêxistin bikin. Gel jî yek hêviya xwe heye, gel bixwe ye, hêza navxweyî ye. Eger ev çêbû êdî tu hêz nikare li hember şoreşê bisekine. Bi taybet Kurd pêwîst e di van mijaran de şiyar bin. Ezmûnên Kurdan di vî warî de zêde ne. Bikaranîna çek çi bandoriyek xwe hebûye dizanin, çi bi xwe re aniye dizanin. Parastina rewa çiye? Em zimanê xwe biparêzin. Em nirxên xwe biparêzin. Ên ku dikevine zindanan pêwîst e em wan biparêzin, em têkoşîn bikin ku em wan azad bikin. Li Îlamê keçek ku hukmê îdamê jê re hatibû dayîn, ji ber helwesta gel hate berdan. Hêza gel ewqas heye. Gel pêwîst e axa xwe biparêze, gundê xwe biparêze. Bi tu şêwazekê nabe gel bawerî bide hêzekî çekdar ê dewletê, çi li Rojhilat û çi li Îran. Ji ber ew hêz, îrade nas nakin. Civakê dikin kole. Mejiyê mirovan fetih dikin. Refleksên gel pêwîst e bihêztir û zêdetir rêxistinkirî be.”

Amed Şaho diyar kir her kes dizane ku ew şervanên Rêber Apo ne û got “Em gerîlayên azad ên Kurdistanê ne. Nasnameya me diyar e. Em wekî tevger xwedî bername ne. Stratejî, taktîk û siyaseta me zelal e. Em hêzek in ku ji bo demokrasiya li Rojhilatê Kurdistanê û herêmê têdikoşin. Me tu carî nexwestiye em şer bidin destpêkirin û me tu carî êrîşên li ser xwe qebûl nekirine. PJAK ronahiyek e ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye vêxistin. Ev ronahî hêvî dide gel û rêya jiyana azad ji bo gel ronî dike. PAJK bi salan e di çarçoveya felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ de têkoşînê dimeşîne.”

Amed Şaho got, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî girankirî didome û wiha dewam kir, “Ji 21 mehan zêdetir e ku tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo heye. Tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz. Tiştên li ser Îmraliyê tên ferzkirin, li ser her çar parçeyên Kurdistanê tên ferzkirin. Fikir û paradîgma nayên tecrîdkirin. Êdî nikarin gelê Kurd bikin kole û jinan di nav qefesan de bê îrade bihêlin. Ji ber ku êdî hezek heye û wekî kaniyê diherike. 

Amed Şaho herî dawîn bal kişand ser CPT’ê û got “CPT qaşo li dijî binpêkirinên mafên mirovan têdikoşe lê ew bi xwe mafên mirov bin pê dike. Bi baweriya min şikandina tecrîdê ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê dibe mifteyek.”