Amed 15 roj in li dijî desteserkirina şaredariyan li ber xwe dide

Li dijî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î li Amedê 15 roj in çalakiya rûniştinê tê kirin.

Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î li sê bajaran her roj çalakiyên rûniştinê tên kirin.

Li Amedê roja 15'an a berxwedanê bi çalakiya rûniştinê li kolana Lîseyê dest pê kir. Çalakiya rûniştinê bi dirûşma "Ev yek hîn destpêk e wê têkoşîn bidome" dest pê kir.

Di çalakiyê de dirûşmên "Amed a me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "HDP hêvî ye, hêvî her zindî ye" hatin qîrîn.

Tevî parlamenterên HDP'ê û endamên Meclîsa Şaredariya Baglarê gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Dest nede îradeya min" hate hildan û kursiya serbest ji bo axaftinê hate danîn. Şêniyên bajêr nerazîbûna xwe li kursiya serbest tînin ziman. Her wiha helbest tê xwendin û stran tên gotin.

Di çalakiyê de bi pîspîskan qeyûm tê şermezarkirin. Tê payin ku Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Koma Jinan a Berxwedanê ya Amedsporê jî tev li çalakiyê bibin.