Amara dorpêçkirî ye: Heyet hate astengkirin

Polîs û leşkerên dewleta Tirk, nehiştin ku heyetek ji KCD, TJA, DBP û HDP'ê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bigihîne gundê Amarayê.

Beriya pîrozbahiya rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tê xwestin li gundê lê ji dayik bûye li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê pêk were, gund hate dorpêçkirin. Leşker û polîsên Tirk nahêle ku kes biçe gund.

Heyeta ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturki Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û aktîvîstên TJA'yê ji bo biçe Amarayê gihîşt Xelfetiyê.

Heyet bi konvoya ji 15 wesayitan ji vir bi rê ket, lê di kîlometreya 20'an a Xelfetiyê de hate rawestandin. Ji bo astengkirinê jî "qedexeya walîtiyê" weke hincet hate nîşandan.

Piştî nîqaşan destûr hate dayin ku Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Ayşe Surucu derbasî nava navçeyê bibin.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir, şêwirmendên parlamenteran û endamên din ên partiyê hatin astengkirin.

Heyeta ku parlamenter jî di nav de ne, vê carê li pêşiya gundê Amarayê hate rawestandin. Ayşe Surucu nerazîbûn nîşan da ku weke parlamenter mafê wan ê ger û geştê hatiye astengkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Xelîliyeyê Muslum Arslan piştre hate destgîrkirin. Her wiha 10 şitlên zeytûnê yên ji bo çandinê anîbûn hatin desteserkirin.

Dorpêça li ser Amarayê dewam dike.