Altûn; Bi ya me tam dema Kongra Netewî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn li ser mijara yekîtiya netewî, operasyona Mûsilê û rewşa Şengalê ji ANF’ê re axivî.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn li ser mijara yekîtiya netewî, operasyona Mûsilê û rewşa Şengalê ji ANF’ê re axivî.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn wiha got: ‘’Ji bo Kurdan tam dema yekîtiyê ye. Heke kî bibêje niha ne dema yekîtiyê ye, bizanibin ku ew ê Kurdistanê bifiroşin. Kî bixwaze Kurdistanê ne baş bike, bixwaze bifiroşe, kî bixwaze Kurdistanê pêşkêş bike, ji bo berjwendiya xwe bixwaze îxanetê li welatê xwe bike tenê ew dikarin bibêjin; ‘’Ne dema kongra netewî ye.’’ Bi ya me tam dema kongra netewî ye. Kî berjewendiyên xwe yên siyasî, yên takekesî, yên hevalbendên xwe bihêle, bi hemû hebûna xwe xizmeta Kurdan bike, çûna ber bi xalên hevpar de welatparêziyê rasteqîn e. Navê vê jî kongra netewî ye.’’
‘KONGRA NETEWÎ PÊDIVIYIYEKE BINGEHÎN E’
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’’ê li ser kongra netewî axivî û got, kongra netewî ji bo Kurdan pêdiviyeke bingehîn e. Altûn wiha pê de çû: ‘’Ev ji berê ve, ji dema ku Rêbertiya me aniye rojevê ve bi rastî jî weke pêdiviyeke sereke li pêş me dimîne. Me gelek caran ev vegot. Kurd bêyî ku di nav xwe de bibin yek, bêyî ku qadeke tevgerînê ya hevpar ava bikin, nikarin destketiyên berdest zêde bikin, biparêzin. Li dijî êrîşên bi ser wan de nikarin parçeyî bisekinini. Niha ji bo ku ev pêk nehatiye, rewşa rêxistinên Kurd ne zêde baş e. Ji ber ku her rêxistin dikeve rewşeke wiha ku bi serê xwe dixwaze xwe bi hêza xwe derbibirîne û dixwaze bibe hêzek. Ev jî ber bi xeta netewî ve naherike. Hişmendiya heyî ya herêmê ne xwedî wê hişmendiyê ye ku azadiya Kurdan ragire. Ji bo vê jî Kurd divê ji rasteqîniya xwe bi rê bikevin, yekîtiya xwe ava bikin, hebûna xwe divê bidin qebûlkirin, têkoşîna vê bidin, siyaseta vê bikin da ku bibin hêz. Baş e, hêzeke Kurd ku xwe bispêrê dewleta Tirk ku komkujiya Kurdan dike, tiştekî nade Kurdan û dibêje ez ê nedim jî, dikare Kurdan azad bike? Na.
‘KURDAN LI HEV SOR DIKIN’
Altûn diyar kir ku divê li her parçeyê di nav xwe de û bi parçeyên din re yekîtiyek çêbibe û ev tişt got: ‘’Divê yekîtiya Kurd çêbibe. Divê siyaseteke ji bo Kurd çêbibe, divê Kurd bigihijn asteke wiha ku bikaribin xweprastina xwe û azadiya temsîl bikin. Rêbertî ev nîşan da. Ev gelek caran hate rojevê lê hate taloqkirin, hate sabotekirin û bi destwerdana hin hêzan hate sekinandin. Ji ber sedema neistikrariya hêzên Kurd a di vê mijarê de pir bi pêş neket. Dema ku geşedan nebe Kurd zêde bi pêş nakevin, bi paş ve diçin û paşveçûninên wiha dibin li gel ku derfetên serketinê hene jî, dikevine rîsekeke wiha ku ya heyî jî ji dest biçe. Hewl tê dayin ku Kurdan li hev sor bikin. Hêzan dixapînin û dibêjin em ê hegemonyayê bidin wan. Bi gotinên em ê dewletê bidine we, bi xapandinê nêzîkatiyên wiha hene ku dixwazin şerê navxweyî derxînin. Ev dixwazin yekîtiya netewî asteng bikin.’’
JI BO YEKÎTİYA NETEWÎ ŞERT JI HER DEMÊ ZÊDETIR IN
Altûn diyar kir ku di dema dawî ya giran de wan yekîtiya netewî anî rojevê û got niha şertên vê hene. Altûn wiha pê de çû: ‘’Ango di serdemeke wiha de ku Sûriye û Iraq ji nû ve têne avakirin, di demeke wiha de ku pêşketina têkoşîna azadiyê li Roajva rejîma Tirkiyê ev çend tengezar kiriye, di demeke wiha de dijminê te kêm bûne û her gav mirov dikare azadiyê bi dest ve bîne, yekîtiya netewî bi rastî jî dikare encameke wiha derxîne ku azadiya Kurdan bi xwe re bîne.’’
‘OPERASYONA MÛSILÊ BI PIRSGIRÊK E’’
Altûn li ser mijara Mûsilê ji ev nirxandin kir: ‘’Operasyona Mûsilê bi rastî jî xwedî nirxekî stratejîk e. Ango operasyoneke wiha ye ku wê çarenûsa Iraqê diyar bike. Niha ev ji destpêkê ve operasyonek e bi pirsgirêk e. Tenê ne bûyereke wiha ye ku bi paqijkirina ji DAIŞ’ê safî bibe. Ji her hêlê bi pirsgirêk dest pê kir. Ya pêşî bi pirsgirêke ku Mûsil radestî DAIŞ’ê hate kirin. Ango tam ne zelal e. DAIŞ bi 2 hezar kesî nekete Mûsilê, artêşeke ji 70 hezar kesî pêk dihat di 5 deqeyan de neşikand û Mûsil bi dest nexist. Ev bi pirsgirêk e û bingeheke vê heye ku DAIŞ demeke dirêj Mûsil di destê xwe de girtiye. Niha rastiyeke heye ku bi beşên sinî re, eşîran re ketiye têkiliyê. Ev hemû tam zelal nebûne. Bêyî ku ev rewş were zelalkirin, tenê bi operasyoneke leşkerî û siyasî operasyona Mûsilê dane destpêkirin.’’
‘DIVÊ HER KES JI ŞENGALÊ LÊBORÎNÊ BIXWAZE’
Me ji serî de di vê mijarê de daxuyanî dan. Di vê mijarê de li Şengalê hinek geşedan hene. Ango hewceyî pê nîn e ku mijara Şengalê din sa were vekirin. Beriya her tiştî divê her kes ji Şengalê, gelê Şengalê lêborînê bixwaze. Bi teqezî divê lêborînê bixwaze. Biya min divê ji vir were destpêkirin. Niha divê pirsa vê were kirin; heke Iraqî Şengalê weke xaka xwe, gelê Şengalê jî weke gelê xwe bibînin, ji bo ku ev der pêşkeşî DAIŞ’ê kirin, ew jî di nav sûcê DAIŞ’ê de ne. Heke dewleta federa dibêje, ‘’Şengal a Kurdistanê ye, Şengal Kurd e’’ çima xaka xwe ji DAIŞ’ê re hişt, çima hişt ku gelê wê bi destê DAIŞ’ê were qirkirin?’’
Bi berdewamî Altûn got, heta ku komkujî qediya kesekî ji we mudaxele nekir, li Şengalê xwedî derneket. Ji bo vê jî divê her kes ji Şengalê lêborînê bixwaze, ‘’lê her kesî lêborîn li hêlekê hiştiye û li gel ku zilma hatî krin, ketine nav wê demagojiyê bê ka wê çawa hegemonyaya xwe li ser ava bikin.’’
‘EŞQA TIRKÎ YA ŞENGALÊ JI KÛ TÊ?’’
Mesele ne mayin an jî nemana li Şengalê ye. Lê hêzên din çi dibêjin? Divê PKK ji Şengalê derkeve yan na? Niha herî pir kî vê dibêje? Tirk dibêjin. Baş e sîstema siyasî ya Tirk ku ev qasî bi çavsorî dijminatiya Kurdan dike, ev eşqa wan a Şengalê ji kû tê? Hovîtiyeke wiha dibe? Ev eşqa Tirkan a li ser Şengalê ji kû tê ku wiha li ser Şengalê dikine qarewar û stratejiyê bi pêş dixin. PDK jî dema ku nêzî meselê dibe, dibêje bil PKK ji wir derkeve. Ev der xaka Kurdistanê ye. Naxwe rast e ku mirov wiha nêzî meselê bibe? Em dibêjin, ‘’em vê meseleyê nîqaş bikin, em azadiya Şengalê pêk bînin’’ Ango wê demê wê hewceyî pê nebe kî derkeve û kî dernekeve. Her kes dikare bikeve pozîsyona xwe. Bêyî ku ev were qebûlkirin, rojevkirina kî derkeve û kî dernakeve demagojîk e.’’