'Alîkarî' jî kirine îşkence li Şirnexiyan
Li Şirnexê ku hêzên dewletê ji sedî 60 ê bajêr hilweşandine, niha jî bi birçîbûnê bi ser gel de diçin.
Li Şirnexê ku hêzên dewletê ji sedî 60 ê bajêr hilweşandine, niha jî bi birçîbûnê bi ser gel de diçin.
Dewleta ku hemû saziyên alikariyê yên Kurd girtin, serî li rêbazên wiha dide ku rûmeta gelê Şirnexê diêşîne.
Li bajêr ku qedexeya derketinê rabûye, ablûka berdewam dike, ji hêlekê ve hilweşîn didome û ji hêla dî ve jî nayê hiştin ku alîkarî li gelê Şirnexê were kirin.
Y. ku mala wî ji hêla dewletê ve hate kavilkirin û hemû tiştên wî yên malê hatin dizîn wiha dibêje, ‘’Yek jê 17 mehî 3 zarokên min hene. Mala min di dema berxwedanê de hatibû bombekirin û firaxên min ên malê hemû bi zanebûn bi guleyan hatibûn qulkirin. Rojên dawî jî em bi zorê ji mal hatibûn derxistin lê dema ku qedexe rabû, dema ku em vegeriyan tiştek nemabû. Bi zarokên xwe re em nikarin xwe li deverekê bistirin, bi sermayê re nexweşî bi me re çêbûn. Kar dtine, em nikarin debara xwe bikin.’’
‘JI ALÎKARIYÊ BÊHTIR ÎŞKENCEYÊ DIKIN Û ME DICERIBÎNIN’
Y. ku ji hêla dewletê ve hatiye mexdûrkirin wiha dibêje: ‘’Min bihîst ku Kiziliya li Şirnexê ye û agahî hate ku wê alîkariyê bidin. Ji bo 3 zarokên xwe min jî xwe ji vê alîkariyê sûd werbigirim. Li Midûriyeta Sporê ya Ciwanan dihate belavkirin. Min pirsî bê kar dor, an jî qeydkirin hewce ye yan na. Fotokobiya nasnameyê xwestin. Kazexeke vala ya ku mohra Kizilayê li ser bû dane min û xwestin ku li ber konteynerê bikevim dorê. Ji alîkariyê bêhtir êşkence dikirin û em diceribandin. Jixwe kesên ku ji bo alîkariyê hatibûn 100 kes nebû. Ji ber ku dewletê nedihişt ku alîkarî were û ji hêla dî ve jî dixwest ku xwe weke xêrxwaz nîşan bide, gel jî li dijî vê derketibû. Gelek kesên ku rewşa wan pir xirab bû û hatin jî piştî ku pakêtên alîkariyê dîtin ew hiştin û çûn.’’
‘ALÎKARIYA KIZILAYÊ WEKE MAQERNAYA AKP’Ê BÛ’
‘Piştî ku em bi saetan sekinînin 1 cilê bin zarokan û 5-6 pakêt meqerna dan. Min ji çavê xwe bawer nekir. Min hîs kir ku dewlet nahêle ku alîkarî ji me re were û bi vê alîkariyê em ceza dikirin. Komur û meqernaya AKP’ê hate bîra min ku di hilbijartinê de belav dikir. Alîkariya Kizilayê weke ya AKP’ê bû.’’