Aktûmûr ê HDP'î yê hate revandin serî li ÎHD'ê da

Serhat Aktûmûr ê HDP'î ku ji aliyê MÎT'ê ve hate revandin û tundî lê hate kirin, serî li ÎHD'ê da.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Serhat Aktûmûr ku ji aliyê 3 kesên xwe weke endamên MÎT'ê dan naskirin ve hate revandin, ji ber ku sîxuriya lê dihate ferzkirin qebûl nekir, êşkence lê hate kirin.

Aktûmûr bi daxwaza piştgiriya hiqûqî serî li Şaxê Amedê yê ÎHD'ê da.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyat Ceylan tevî komek ji endamên partiyê bi Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullahh Zeytûn re hevdîtin kirin.

Hate ragihandin ku Serhat Aktûmûr wê li dozgeriyê gilî bike.