AKP komira neçê li xelkê Colemêrgê ferz dike

Li Colemêrgê gaz nayê belavkirin û şêniyên bajêr neçarî komira bêkalîte hişt. Komira bêkalîte ya ku ji bo rantê tê firotin, ji aliyê madî ve zehmet e, hem jî hewayê gemarî dike.

Li Colemêrgê ku nifûsa xwe 80 hezar kes e, piraniya şêniyên wê hîn jî hewl didin ku bi komirê xwe germ bikin. Li vî bajarê ku komireke neçê tê bikaranîn, hewa gemarî dibe û gefê li tendurisetiya mirovan dixwe. Tevî ku du sal in gaza xwezayî hatiye bajêr, xelk jê bêpar tê hiştin. Komir ji aliyê madî ve jî zorê dide şêniyên xizan ên bajêr.

Lêçûna salane ya li gaza xwezayî ne zêdeyî 10 hezar TL'î ye, lê belê lêçûna salane ya komir û êzingan ji 50 heta 100 hezar TL'yî ye. Li Colemêrgê ku bêkarî û xizanî lê zêde ye, buhayê zêde yê komir û êzingan bandoreke giran a neyînî li mirovan dike.

GAZ LI TEMAMIYA BAJÊR NEHATE BELAVKIRIN

Di raporên têkildarî qirêjiya hewayê de Colemêrg yek ji bajarên sereke ye. Sedemeke herî mezin a vê qirêjiya bajêr jî bikaranîna ji neçarî ya komira neçê ye.

Xelkê Colemêrgê 2 sal in li bendê ne ku gaz bigihêje malên wan. Gaz tenê li beşeke biçûk a li bajêr hatiye belavkirin. Cihê nerazîbûnan e ku li temamiya bajêr nehatiye belavkirin. Li gorî xelkê Colemêrgê belavnekirina gazê li tevahiya bajêr polîtîkayeke bi zanebûn a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Ji bo komira neçê ya fîrmayên alîgirê AKP'ê li gel bêne firotin, gaz di dema xwe de li bajêr nayê belavkirin. Şêniyên Colemêrgê dibêjin ku AKP ji bo rantê xelkê neçarî komira neçê dihêle.

'BÊHN LI ME ÇIKIYA YE'

Huseyîn Demîr anî ziman ku taxa wan bi meşê bi 10 deqeyan dûrî navenda bajêr e, lê belê du sal in gaz negihiştiye mala wan û got, "Zivistanê hewa qirêj li tevahiya bajêr belav dibe. Vê demê derketina derve zehmet e, ji ber hewa qirêj bêhn li me diçike. Hewa gemarî bi taybetî bandorê li extiyar û zarokan dike."

Demîr diyar kir ku pirsgirêka qirêjiya hewayê bi salan e dewam dike û got, "Li gel vê pirsgirêkê jî me heta niha çareseriyek nedîtine. Nêzî 50 sal in lûleyên gazê di ser Colemêrgê û bajarên derdorê re li bajarên rojavayî yên Tirkiyeyê têne belavkirin, lê belê Colemêrg û bajarên din ên Kurdan jê bêpar têne hiştin. Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn e. Xelk neçarî komira neçê tê hiştin."

'HEM PEREYÊ ME HEM JÎ TENDURISTIYA ME JI ME DISTÎNIN'

Demîr anî ziman ku hin kesan komira neçê ji bo xwe kirine rant û got, "Ji bo vê rantê dewam bikin bi salan e nehiştin ku gaz bê bajêr. Gaz 2 sal in hatiye bajêr lê belê niha jî nahêlin ku li temamiya bajêr bê belavkirin. Di nava salekê de diviyabû gaz li temamiya bajêr bihata belavkirin, lê belê heta niha tenê li beşeke biçûk a bajêr hatiye belavkirin. Ev yek ji ber astengiya rantxuran e. Haya gel ji vê heyê heye. Gaz hem erzan e hem jî ji bo tenduristiyê baş e. Ji ber komirê hem pereyê me hem jî tenduristiya me ji me distînin."