AKP, xebatxaneyên xespkirî dide alîgirên xwe

Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re AKP xebatxaneyên di bin banê şaredariyên DBP’ê yên xespkirî de qezenca wan diyarî alîgirên xwe dike.

Hikûmeta AKP’ê ku îradeya mîlyonan gelê Kurd nas nake û şaredariyên DBP’ê ku xesp kiriye, niha jî xebatxane û saziyên girêdayî şaredariyan diyarî alîgirên xwe dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku li Wanê tiştek nemaye nefirotî û hemû saziyên girêdayî gel girtî ye, piştî qeyûmê niha jî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê heman tiştî dike.

Qeyûmê xespdar ê ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê hatî wezîfedarkirin destpêkê bi navê departmana Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ku projeya DBP’ê ya Şaredariya Mezin a Mêrdinê bû navê wê guhert û kir Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Ciwanan. Niha jî xebatxane û saziyên girêdayî vê difiroşe alîgirên xwe.

CAFEYA DOWN Û DIKANA AMBER DEWRÎ ALÎGIRÊN XWE KIR

Cafeya Down ya ku ji bo zarokên Sendroma Down ya girêdayî departmana Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Ciwanan ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê û Dikana Amber ku bi keda jinan berhemên ku hatine çêkirin ji aliyê qeyûm ve dewrî Kent A.Ş. hate kirin.

Xebatkarê şaredariyê B.K got tişta ku qeyûmê xespkar dike dizî ye û wiha domand; “Qeyûmê ku ji bo şaredariyê hatî erkdarkirin piştî ku naveroka projeyên jinan diguhere niha jî xebatxaneyên girêdayî vê daîreyê difiroşe alîgirên xwe. Ev xebatxane û saziyên sosyal ên ku ji aliyê endaman ve dihate birêvebirin û qezenca wan ji bo kesên pêdawîstiyên wan hebûn dihate bikaranîn lê niha qeyûm firotiye alîgirên xwe. Firotina herdu xebatxaneyan weke xespê dizî jî ye. Di binê vê de nêzîkbûna hilbijartinên herêmî heye.”