'AKP mîna DAIŞ'ê êrîşî pîrozmendiyan dike'
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Herî dawî bi balafirên şer bombe li gundekî li herêma Metîna û Şehîdgeha gerîla hatin barandin.
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Herî dawî bi balafirên şer bombe li gundekî li herêma Metîna û Şehîdgeha gerîla hatin barandin.
Artêşa Tirk a ku her tim bi qedandina gerîla sond dixwe, ji ber ku nikare bi gerîla, qadên ku ji aliyê gerîla ve pîroz tê dîtin, xera dike. Şeva 13-14'ê Çileya 2017'an saet di 01.30 de balafirên şer ên artêşa Tirk êrîşî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin û ji ber vê bomberdûmanê Şehîdgeh û muzeya şehîdgehê ziyan dîtin. Di heman êrîşê de navçeya Amediyê, mintiqa Berwarî gundê bi navê Safarya jî bû hedefa balafirên artêşa Tirk. Di vê êrîşê de sê malên gundiyan rûxiyan. Gerîlayê HPG'ê yê bi navê Sadiq Kobanê têkildarî êrîşa li ser Şehîtgehê axivî û got; "Eger artêşek êrîşî nirxên me dike, ev yek nîşan dide ku ev dewlet bê hêz ma ye, lewma êrîş li ser malê gel û cihên me yên pîroz dike."
'HÊZA AKP'Ê LI HEMBERÎ GERÎLA NEMA YE'
Gerîla Sadiq Kobanê bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Şehîdgehên Kurdistanê, ku di sala 2015–2016'an de hat kirin û wiha axivî: "Dewleta Tirk di her dema ku dikeve tengaviyê de êrîş li ser gel û cihên pîroz dike. Ev feraseta faşîst bi ti artêşê re nîne. Di ti olî de, li ti devara cîhanê tiştekî bi vî awayî nîne. Di sala 2015 û 2016’an de jî dewleta Tirk nikaribû bi gerîla re şer bike, dîsa êrîşî Şehîtgehan kir û dîsa êrîşê gel kir. Niha di van mercên zivistanê de gelê ku mala wan rûxiya yê wê çawa bijî. Artêşa Tirk ya bê wijdan wê hesabê van kirinên xwe bide. Gelê Kurd tiştek li hember dewleta Tirk nekiriye ku dewleta Tirk êrîş li ser malên wan dike. Hikûmeta AKP’ê hêza xwe ya li hember gerîla şer bike winda kiriye, ji ber wê êrîşî nirxên me dike."
'EM Ê TOLA XWE HILÎNIN'
Gerîla Sadiq Kobanê nêzîkatiya AKP’ê ya li hember gel û nirxên gel wek nêzikatiya DAIŞ nirxand û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Şehîdên me rûmeta me ya herî mezin û bi wate ne, ji ber ku şehîdên me canê xwe ji bo azadiya gelan feda kirine. Ji ber vê yekê jî Şehîtgehên me cihên me yên herî pîroz in. Eger artêşa Tirk jî êrîşî Şehîdgeha me dike, em fêm dikin ku tu rêz girtina AKP'ê ji nirxên gelan re nîne. Îro ev hovîtiya ku dewletaTirk dike li Rojava û Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin. Mirov ji vê hovîtiyê jî dibîne ku DAIŞ jî parçeyek ji dewleta Tirk a faşîst e. Em ê wek gerîla her tim li hember vê artêşa xwedî feraseta kuştinê ye, şer bikin û em ti carî tola şehîdên xwe li erdê nehêlin. Em şopdarê şehîdên xwe ne. Em ê tekoşîna şehîdên xwe mezin bikin û daxwaza wan a azadiyê pêk bînin."