AKP'î li Wanê bi hev ketin

AKP'iyên ku hefteya derbasbûyî li navçeya Elbakê bi hev ketin, vê carê li navçeya Bêgiriyê li pêş çavên her kesî bi hev ketin.

Belavbûna li nava AKP'ê roj bi roj mezin dibe. Li qada xwecihî jî êdî nîqaşên devkî û rabûna li ber hev a fîzîkî rû didin. Piştî ku hefteya derbasbûyî li navçeya Elbakê li namzetê serokê navçeyê xistin, vê carê jî di kongreya Bêgirî de bi hev ketin, şer kirin.

Heyetek ku Serokê AKP'ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû, Serokê AKP'ê yê Elbakê Mûgdat Sarûhan jî di nav de bûn, çûn gundê Ozpinar û Gelenler ên ku erdhejê lê qewimî bû. Orhan Caner jî ku di kongreya dawiya hefteyê de namzet e, tevî heyetê li gund geriya. Di vê demê de Mûgdat Sarûhan û Orhan Caner nîqaş kirin. Piştî ku nîqaş mezin bû Sarûhan û kurê wî Mervan Sarûhan li namzetê serokê navçeyê Orhan Caner xistin.

Hefteyek piştî şerê li Elbakê AKP'î vê carê li navçeya Bêgiriyê bi hev ketin. Di kongreyê de ku Serokê AKP'ê yê Wanê Kahyan Turkmenoglû jî tevlî bû, serokê berê yê AKP'ê yê navçeya Bêgiriyê Îbrahîm Vanli nerazîbûn nîşan da ku careke din ew nekirine serokê navçeyê.

Vanli piştî ku Turkmenoglû plaketa spasiyê radestî wî kir got, "Yên ku neheqî li min kirin ev serokê bajêr û rêxistina wî ye. Ya ku li min hate kirin bêşerefî ye, namerdî ye, lewma plaketê nagirim." Piştî vê gotina Vanli tevlîhevî çêbû. AKP'î bi kursiyan bi hev ketin û gelek kes birîndar bûn.