AKP Hîzbûllahê weke hêzekê amade dike

AKP bi tehliyeyan re Hîzbûllah dîsa derxiste ser dikê û weke hêzekê wê diparêze. Bi girtina Komeleya Mustazaflaran Hîzbûllahê xebatên partîbûnê da destpêkirin.

Bendewariyên dewletê û AKP’ê ku digotin bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê PKK biqede pûç bûn. Dev ji xilasbûna PKK’ê berdin her çû PKK roj bi roj geştir bû dewletê dîsa rêbazên berê sazkar kirin. Vê carê jî bi rengekî cudatir.

Ji hêla AKP’ê ve piştî sazkarbûna xala 102. a Kanûna Muhakemeya Cezayê kesên ku dema girrtîbûna wan 10 salan derbas kirin hatin berdan. Ên ku 10 salan hatin darizandin û ceza xwarin lê dosyaya wan li Daraza Bilind bû û ‘bi hikmî girtî’ dihatin hesêbê 4’ê Çile yê 2011’an hatin berdan. Di nav wan kesan de yên ku hatibûn berdan ê ku niha lîdertiya Hîzbûllahê dike û ji 35 çalakiyên cuda, ji kuştina 42 kesan tê darizandin Edîp Gumuş, Cemal Tutar û Hacî Înan hebûn ku ji 98 çalakiyên cihê berpirs û ji 73 kuştinan dihatin darizandin, berpirsê baskê leşkerî bûn. Bi sedan rêveberên Hîzbûllahê û tetîkkêş bi vê yasayê hatin berdan.

Di nav heman yasayê de çendek girtiyên siyasî jî hatin berdan lê di demeke kurt de hate fêhmjkirin ku yasa ji bo rêveberên Hîzbûllahê hatiye derxistin. Ev rewşa kêfî ji hêla medyaya AKP’ê ve jî hate vegotin. AKP piştî zextên raya giştî biryar da ku dîsa rêveberên Hîzbûllahê bigire, lê daxwaza wan bi cih hatibû û Edîp Gumuş jî di nav de hemû rêveberan xwe nebedî kiribûn.

HÎZBÛLLAH DIBE SIVÎL

AKP bi tehliyeyan re Hîzbûllah dîsa derxiste ser dikê û ev hêza wê xiste bin parastina xwe.

Bi îdîaya ku ‘di armancên Hîzbûllahê tevdigere’ ji hêla Dadgeha Cezayê Asliyeya 2. a Amedê ve piştî ku Komeleya Mustazaflar hate girtin Hîzbûllahê biryara partîbûnê da.

2013’an ji hêla parêzerê dozên Hîzbûllahê Huseyîn Yilmaz ve Huda-Par hate vekirin.

(Huseyîn Yilmaz ê ji Hênê ku kevokbazê berê ye, piştî ku li Baxlar Koşuyoluyê diya wî mir, kevokên ku xwedî dikirin yek bi yek serê wan jêkir û di şevekê de ‘hidayet’ bû û kete nav vê cemaetê.)

Ji bo Hîzbûllahê ku bûbû partî û AKP’ê tam destek dayî êdî ti asteng nemabû. Li pey hev li Amedê komele ava kirin. Tenê komeleyên alîkariyê nevekirin, komeleya karsazan, nûçegihanan, mafê mirovan ava kirin. Hîzbûllahê ku girîngî da tora çapemeniyê, piştre rojnameya rojane, kovar, radyo û TV’ya netewî vekir. Piştre malperên ku xîtabî hemû bajar û navçeyên Kurdistanê bike vekir.

JI HÎZBÛLLAHÊ RE SEMBOL DÎT

Li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên bi ser Kobanê de li Amedê gel 6’ê Cotmeha 2014’an rabû ser piyan. Ev rabûn li hemû Kurdistanê belav bû û 3 rojan dom kir. Di van bûyeran de gelek jê ji hêla polîs, qorîcî û Hîzbûllahiyan ve 52 kes hatin kuştin. Li Amedê 6-8’ê Cotmehê 12 kes hatin kuştin.

Di serî de Hîzbûllah, serokwezîrên AKP’ê û serokkomar Erdogan gelek caran Yasîn Boru yê ku di dema bûyerên Kobanê de li Amedê hatî kuştin anîn rojevê. Ji bo Hîzbûllahê êdî bûbû sembol. Yasîn Boru hem zarokekî 16 salî bû û hem jî ji malbata Şevket Boru yê Çewlikî bû ku, Şevket Boru yek ji mêjiyê Hîzbûllahê bû û salên 90’î berpirsê Hîzbûllahê yê Amedê bû.

Ti kesî behsa kesên dî yên ku di bûyerên Kobanê de hatin kuştin nekir. Lê welatparêz hebûn ku ji hêla Hîzbûlahiyan ve bi tifinga pompeyî hatibûn kuştin û cenazeyên wan li Baxlarê 24 saetan li erdê mabûn.

BÎNAHIYA BAJÊR A HUDA PARÊ NAVENDA ÊŞKENCEYÊ YE

Li gorî şahidan Bawer Şehhanlioglu (18), Cumalî Guneş (30), Suleyman Kale (19) û Mahsûm Çoban (21) yên ku 6-7-8’ê Cotmehê hatibû kuştin ji hêla alîgirên Hîzbûllahê ve bi demance û tifingên pompeyî hatibûn kuştin. Ugur Ozbay û Murat Dag jî bi ber û guleyên polîsan hatin kuştin. Têkildarî van kuştinan îfadeya yek kesî jî nehate standin û kesek nehate girtin jî.

Di dema raperîna Kobanê de jêrzemîna li bin Bînahiya Bajêr a Huda Par a Amedê bûbû navenda êşkenceyê. Gelek kesên ku hatin revandin li vê derê êşkence dîtin. Endamên Hîzbûllahê li gel ku xaçêrêya  Halê ya ku bînahiya bajêr a Huda Parê lê bû bi saetan bi keleşkofan rê li ber trafîkê girtin jî dewletê serê xwe ji wan neêşand. Ev mirovên ku li jêrzemînê hatin girtin bi rêya midûrê emniyetê hatin berdan, ti kesî ji tirsa gilih jî nekir.

DI DESTÊ WAN DE NE GOŞT LÊ SATOR HEBÛN

Piştî bûyerên Kobanê bi dehan kes bi îfadeyên ‘şahidên veşartî’ bi kuştina 4 Hîzbûllahiyan hatin girtin. Piştre diyar bû ku ji kesên ku hatin girtin hin jê di dema bûyeran de li girtîgehê bûne. Dema ku dozê dewam dikir, xwediyê mala ku Hîzbûllahî lê hatibûn kuştin L.O cara pêşî 3’yê Nîsana 2015’an ji Ajansa Dogan Haberê re axivî. (https://www.haberler.com/diyarbakir24-kisinin-olduruldugu-evin-sahibi-ilk-7152144-haberi)

Xwediyê malê L.O got 7’ê Cotmehê, roja ku bûyer çêbûyî 4-5 kesan li deriyê wan dane, alîkarî xwestine û ew xistine hundir û wiha got: ‘’Di serî de ez li polîs geriyam. Min got, ‘zû werin wê deriyê bînahiyê bişkînin. Min got zû werin van xilas bikin. Polîs got, temam va em tên. Piştî ku wiha got bêhna min hate ber min. Min got wê werin û xilas bikin. Di destê wan de goşt tinebû. Di destê yekî de kêrek hebû. Di destê yekî de sator. Yek ji wan jî birîndar bû. Li ser milê wî yê çepê xwîn hebû. Di destê Riyad de jî darek hebû..’’

LI ERDÊ 3 TERM HEBÛN

L.O got ji ber ku xwe li odeya nivînan xwe veşartiye nedîtiye ku êrîşkar ketine hundir û wiha got: ‘’…Dema ku ji odê derketibûm her der bûbû gola xwînê. Her dever xwîn bû. Nizanim çawa bibêjim. Term nebûn. Min got qey birîndar kirine û ew birine. Dema ku daketim jêr min dîtin ku term li erdê ne, 3 term bûn. Termê Riyad li erdê bû. Hasan û Huseyîn li jêr bûn. Yusuf Er ê ku bi birîndarî xilas bûyî me nedît. Xwe li kû veşart em pê nizanin.’’

YASÎN BORU TAM BI BÎRA MIN NAYÊ

L.O got tam bi bîrê nayê bê ka Yasîn Boru li mala wan bû yan na û got: ‘’Ji ber ku rûyê wan ê dî tam bi bîra min tê lê Yasîn Boru bi bîra min nayê. Hasan pir baş bi bîra min tê. Li ser wî tîşortekî reş milik kurt hebû. Yusuf jî bi bîra min tê li ser qutitekî gewr hebû. Huseyin pir baş bi bîra min tê. Ew ji ber ku qelew bû dilerizî, ji riha wî xwêdan diçû. Li ser wî qutikekî spî hebû. Li ser Riyad jî tîşortekî di rengê keskê vekirî yê dirêj hebû. Lê Yasîn Boru bi bîra min nayê. Bi bîra min nayê bê ka li mala min bû yan na.’’

EZ ÇÛME HUDA PARÊ, EM NEANÎN CEM HEV

L.O got piştî ji hêla organên weşanê yê Hîzbûllahê ve hatiye tawanbarkirin çûye Huda Parê û xwestiye bi Yusuf Er ê ku di êrîşê de bi birîndarî filitiye were cem hev û got: ‘’Ez çûme Huda Parê û li wir jî min got. Min xwest kum in û Yusuf bînin cem hev. Ji ber ku Yusf îfadeyên ne rast dabun. Lê wî nedixsest were pêşberê min. Sedema vê jî derewên wî ne. Naxwaze ku derewên wî diyar bibin. Li dozger min gilhê Yusuf kir, min got derewan dike…’’

TEKANE ŞAHID KESÊ KU BI BIRİNDARÎ FILITÎ YE

Xwediyê malê got yên ku hatibûn mala wan 4 kes bûn, piştî êrîşê 3 cenaze li ber bînahiyê hatin dîtin lê Yasîn Boru bi bîrê nayê, ev em li ber nûçegihanan got û hem jî li dadgehê. L.O cilên kesên li ser wan bi bîr tîne, xwêdana li ser rûyê wan lê Yasîn Boru bi bîrê nedihat.

Yusuf Er ê ku di êrîşê de bi birîndarî filitî pêşî li şûna Polîs diçe Huda-Parê. Piştre di weşanên Hîzbûllahê de hate gotin, ‘’Yasîn Boru ji qata 3’yan avêtine, bi wesayitê di ser re çûne, her wiha bi keviran serê wî evçiqandine.’’ 16’ê Cotmehê Ere ji Ajansa Nûçeyan Îhlasê re axivî lê derbarê kuştina Boru tiştek negot.  (http://www.haber7.com/guncel/haber/1211096-yasin-borunun-olduruldugu-dehset-anlari-anlatti)

Kesê ku tê gotin tekane şahidê kuştinê Yasîn Boru ye û xwediyê malê L.O bi israr xwestiye ku wan bînin pêşberî hev û Huda-Parê nehiştî Yusuf Er ê Hîzbullahî ye.

Teqez e ku Yasîn Boru bi derbê hatiye kuştin, serê wî hatiye evçiqandin û bi rêbazên dijmirovahî hatiye kuştin. Lê ne diyar e bê ka çawa û li kûderê hatiye kuştin. Yasîn Boru jî di nav de doza kuştina 4 kesan bi encam bû, hinan ji dozê berat kirin û hinan cezayê miebebetê yê girankirî xwarin. Lê li gorî şahidên bûyerên dema Kobanê hê jî kuştina 4 kesên ku ji hêla Hîzbûllahiyan ve ne diyar e.

KUŞTINA AYTAÇ BARAN

Piştî 7’ê Hezîrana 2015’an, piştî ku HDP serkeftî ji hilbijartinê derket bi du rojan 9’ê Hezîranê Serokê Îhya-Derê ku nêzî Hîzbûllahê dihate zanîn Aytaç Baran, li Şehîtlîk a Yenîşehîrê li kuçeya 59’an li ber mala xwe bi çekên giran hate kuştin.

Nûçeyên DHA, ÎHA’yê ku ji bêtêlên polîsan bi bûyerê hisiyan û çûne cihê bûyerê, li ber çavê polîsan komeke ku di destê wan de çek û dar hebûn êrîş birin ser nûçegihanan. Nûçegihan li erdê hatin dirêjkirin, kamera û wênegirên wan ji wan hate standin û pir lêdan li wan kirin.

Eynî kêlîkan li kargehên welatparêzên li cihê bûyerê reşandin. Di dema êrîşê de, dema ku li qireetxaneyên Bayrem Ozelçî û Emîn Ensen ên HDP’yî reşandin, Bayram Daghan ê HDP’yî li heman taxê li mala xwe ji hêla kesekî çekdar ve hate kuştin. Roja dîtir Fesîh Çinar ê HDP’yî, li Sûrê dema ku li kuçeyê dimeşiya, bi yek guleyê ji qemçikê ve hate kuştin.

KAMÊRAYÊN POLÎSAN XIRABE BÛN

Piştî kuştina Aytaç Baran gelek polîs û wesayitên zirxî hatin cihê bûyerê.

Li ber çavê polîsan li nûçegihanan xisrtin û 2 HDP’yî hatin kuştin.

Di girtekê polîsan ên wê şevê de hate gotin kamereyên TOMA û 5 wesayitên zirxî yên li cihê bûyerê xira bûne.

Hîzbûllahiyan ji kuştina Aytaç Baran YGG-H sûcdar dikriin, YDG-H heman rojê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, ‘’Endamê Îhya Derê ji hêla Mîtê ve hate kuştin. Aramiya gelê me xira nekin. Provakasyonên xwe li devereke dî bilîzin.’’

Aytaç Baran dihate hezkirin, dersê Qur’anê dida zarokên malbatên HDP’yî jî. Bi kuştina Aytaç Baran çi dihate hêvîkirin hê tam nayê zanîn. Lê hema di pişt vê kuştinê re kuştina 3 HDP’yiyan, lêxistina li nûçegihanên ku dixwestin wêne û dîmenan bigirin û ‘xirabûna kamêrayan’ a 5 wesayitên polîsan îhtîmala ku plana kuştinê berê hatiye kirin dide pêş.

JI KUŞTINAN KESÎ CEZA NEXWAR

Piştî kuştina Aytaç Bara di wesayita Hîzbûllahiya de ku hatibû cihê bûyerê gelek çek hatin girtin. Piştî kuştinan polîsan Hîzbûllahiyên di wesayitê de jî bi tevahî 16 kes hatin binçavkirin.

Ji bersûcan 8 jê bi ‘endamtiya PKK’ê’ û 8 jê bi ‘endamtiya Hîzbûllahê’ hatin girtin. Tekane doza ku PKK û Hîzbûllah ji heman dozê hatine darizandin kuştina Aytaç Baran e.

Di darizandina Dadgeha Cezayê Giran ê 2. ê Kayserî de temamê bersûcên girtî serbest hatin berdan. Di rûniştina biryara ya dozê de  ku 12’ê Tîrmeha 2016’an hate ditin, hemû bersûcan ji ‘endamtiya rêxistinê’ bereat kirin, tenê M.D bi sûcdariya ‘endamtiya rêxisinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwar. 6 bersûc jî bi hinceta ku sûcên ‘çeka bê destûr bi xwe re gerandine’, ‘muxalefeta li dijî yasaya çekên bi barûdê’, her yekê ji  10 mehan a bi 5 salan cezayê hepsê xwarin. 8 kesan jî bereat kir.

Doza Aytaç Baran û 4 HDP’yiyên ku hatin kuştin hate girtin. Ji van kuştinan yek kes jî nehate darizandin.

Hîzbûllahê bi destê AKP’ê hem Yasîn Boru û hem jî Aytaç Baran pir baş bi kar anîn. Ev kirin sembol. Serokwezî Ahmet Davudogl, Bînalî Yildirim û Serokkomar Erdogan dema ku dihatin Amedê di her axaftina xwe de gotin ‘êrîş bi ser bawermendan de anîne’ û Yasîn Boru bi bîr dianîn.

HEFTEYA MEWLIDÊ, BORU Û BARAN..

Hîzbûllah bi navê ‘sivîlbûnê’ dest bi avakirina komeleyan kir, bi destê Seroktiya Karê Diyatê yê rejîma 12’ê Îlonê, xwe li ‘Heftiya Bûna Pîroz’ pêça ku Diyanetê ev diyarî Tirkiyê kir û li ti welatên Mislman tiştekî wiha nîn e. Hîzbûllahê bi navê Platforma Hezkiriyên Pêxember rêxistinên saziyên sivîl û cemeata Îslamî jî dane cem xwe, her sal ev pîrozbahî kirin û ev kire weke xebata propagandayê.

Her wiha çalakiyên bi navê ‘Fetha Mekkeyê’, ‘Fetha Amedê’ û ‘Roja Qudsê ya dinyayê’ jî dest bi çalakiyan kir.

QADROYÊN HÎZBÛLLAHÊ JI AKP’Ê

Piştî nêzîkbûna AKP û Hîzbûllahê hemû derî vebûn, Hîzbûllah di serî li Amedê li gelek bajarên Kurdistanê bi navê saziyên rêxistinên sivîl ava kirin û di ser wan re lez da rêxistiniyê. Ajansa Anadoluyê û Midûriyetên Ajansa Anadoluyê radestî Hîzbûllahê kirin. Ji Ajansa Anadoluyê gelek kes ji kar hatin derxistin, li şûna wan ‘nûçegihan’ên Îlkha, Rehber Tv, dogru haber ê Hîzbûllahê bi cih kirin.

Ev rêxistinî di serî de li Amedê, Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Çewlikê pêk hat. Midûriyeta Herêmê ya Amedê ya Ajansa Anadoluyê hê jî bi navê ‘peywirdarê ewlehiya sivîl’ ji hêla Hîzbûllahê ve tê parastin.

Li Amedê Mala Mamosteyan a bi statûya otêla 5 stêrikî jî wiha..

DI SER ÎŞKURÊ RE WAN DIXINE KAR

Li Kurdistanê organên weşanê yên fermî yên dewletê bi destê AKP’ê radestî Hîzbûllahê hatin kirin, her wiha di yekîneyên taybet de kadro jî dane van.

Bi taybetî li ÎŞKUR a Amedê di girtina ji bo kar a ji bo demdemî navê Huda Parê derbas dibe. Berê bi rêya Wekîlê AKP’ê Galîp Ensarîglu û birayê wî Cîhan Ensarîoglu di ser ÎŞKUR’ê re mirov dixistin kar, niha ji wan hatiye standin û dewrî Huda-Parê hatiye kirin.

Qeyûmê ku hatî ser Amedê, disa bi rêya Huda-Parê qadroyan dide şaredariyên Kayapinar, Sûr û Yenîşehîrê. Di nav van de alîkarê şaredar jî hene.

17’Ê ÇILE: OPERASYONA BEYKOZÊ

Ji bo Hîzbûllahê destpêka dawiyê jî piştî ku Ocalan 1999’an bi komployeke navdewletî hate girtin dest pê kir. Dewleta ku digot PKK qediya, biryar da ku Hîzbûllahê ya ku  li dijî PKK’ê ew xwedî dikir û çavê xwe jê re digirt tasfiye bike. Revandina damezirînerê Weqfa Med-Zehrayê û Konca Kuriş ev pêvajo bêhtir lezand.

Huseyîn Velîoglu piştî Mêrdîn, Edene û Konyayê bi zilamên xwe yên pêbawer, bi arşîva rêxistinê re bi dizîka li Stenbolê bi cih bûn.

17’ê Çile ya 2000’î li Stenbolê Beykozê bi ser vîlayekê de girtin û Huseyîn Velîoglu hate kuştin. Edîp Gumuş û Cemar Tutar ên li cem jî bi saxî hatin girtin.

Dewlet weke ku bi destê xwe danîbe di nav 24 saetan de bi hezaran milîtan û sempatîzanên Hîzbûllahê girtin.

Li çar aliyên Tirkiyê ‘malên goran’ hatin dîtin. Di operasyonan de ku li tevahiyê Tirkiyê kirin 67 cenaze hatin dîtin, di nav de 593 kuştin, 43 revandin, bi tevahî kesên ku 267 çalakî kirin hatin girtin û ew di girtîgehan de hatin bicihkirin.