AKP'ê rê li hilweşandina Keleha Heskîfê vekir

Keleha Heskîfê, ku ji ber rîska jêketina teht û keviran hatibû girtin, ji bo bê hilweşandin ji nû ve hate vekirin.

Keleha Heskîfê ya dîrokî, ku wê ji ber Bendava Ilisûyê di nava avê de bimîne, sala 2010'an ji ber rîska jêketina teht û keviran dora wê bi têlan hatibû girtin. Qeymeqamtiya Tirk a Navçeyê, keleh li serdana mirovan girtibû. Lê ji bo hilweşandina vê berhema dîrokî têlên li dora wê rakir.

Keleha Darpahane ya li bajarê dîrokî, 29'ê Tebaxê bi rêya dînamîtan hatibût eqandin. Piştre bi makîneyên kar hatibû xerakirin. Vê yekê di nava raya giştî de rê li ber nerazîbûnê vekiribû.