AKP'ê li Wanê dest danî ser keyatiyekê

Keyayê taxa Sarimehmet a navçeya Bêgirê ya Wanê Kemal Karagulle ji wezîfeyê hate girtin.

Rejîma AKP'ê keyatiyên li Kurdistanê yên ne alîgirê xwe ne desteser dike.

Piştî ku keyayê taxa Suphanê Ayhan Komî û keyayê taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr ji wezîfeyê hatin girtin, keyayekî din jî ji wezîfeyê hate girtin. Keyayê taxa Sarimemet a navçeya Bêgirê ya Wanê Kemal Karagulle bi hinceta ku dozek der barê wî de sala 2017'an hatiye vekirin ji wezîfeyê hate girtin.

Keya anî ziman ku cezayekî li wî hatiye birîn nîne û got, mafê wî hatiye desteserkirin.