AKP'ê, li Hezexê çav berda baxçeyên malan jî!

Li Hezexê, bi sedan baxçeyên malan bi hinceta ‘firehkirina rê’ dixwazin hilweşînin. Niştecihê bajêr dibêjin ku ev yek bi polîtîkaya rant û ‘ewlehiyê’ re têkildar e.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan MA'yê dayî li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê dîwarê bi sedan malan bi hinceta ‘firehkirina rê’ dixwazin bi hewş avrêj û hin avahiyan ve hilweşînin. Welatiyên taxê, diyar kirin ku rêyên wan yên sê şerît hene û gotin: “Çêkirina rê hincet e, lê di rastiyê de pirsigêk polîtîkayên ‘ewlekariya’ dewletê ye.”

Mijdara sala borî, bi hinceta “Plana Îmara Nû” bi dehan dîwarên baxçeyên malan hatin hilweşandin. Polês û ekîbên hilweşandinê meha derbasbûyî jî hatin heman taxê û ji welatiyên taxê re gotin ku wê dîwarên wan hilweşînin.

‘EM NEÇAR IN SEWALÊN XWE XWEDÎ BIKIN’

Şêniyên taxê, diyar kirin ku rêyên wan yên sê şerit hene û wiha gotin: “Bi rehetî em hemû pêdiviyên xwe pêk tînin. Firehkirina rê bahaneye. Lê di rastiya pirsgirêkê de polîtîkayên ‘ewlekariya’ dewletiyê heye.”

Ji welatiyên taxê Emîne Malgaz, diyar kir ku di salên derbasbûyî de piştî “Qedexeyên derketina derve” mesrefek mezin li dîwarên baxçeyên xwe kirine û ji nû ve restore kirine. Malgaz, anî ziman ku ger dîwarê baxçeyê wan bê hilweşandin, êdî wê nekarin sewalên xwe xwedî bikin û wiha axivî: “Ev baxçe aramiya me ne, ger ev baxçeyên me tune bin wê aramiya me jî tune be. Em koçer in. Ger dîwarên baxçeyan tune be, em ê nekarin sewalên xwe xwedî bikin. Heqaretê li me dikin.”

ARMANCA QEYÛM RANT E!

Malgaz, da zanîn ku di sala bihurî de jî, carek din dîwar hilweşandine û wiha got: “Qeyûmê li şaredariyê hat erkdarkirin ji bo ranta hin kesan, dixwazin diwarên baxçeyên me hilweşînin. Em bimirin jî, em ê destûrê nedin ku hilweşînin. Kesên îhaleyan digirin, ji bo berjewendiyên xwe, vê zilmê li me dikin. Em dixwazin êdî bela xwe ji me vekin.”

'GER HILWEŞÎNIN EM DÎSAN AVA BIKIN’

Hevjînê Malgaz Tahîr Malgaz jî, destnîşan kir ku ew naxwazin dîwarên baçeyên malên wan bên hilweşandin û wiha axivî: “Em li dijî vê yekê ne. Ger dîwar bên hilweşandin, emê nekarin sewalên xwe xwedî bikin. Me ji bo parastina xwe diwar lêkirine. Ger bi darê zorê dîwaran hilweşînin, emê cardin ji nû de ava bikin. Em di nava baxçeyên xwe de çandiniyê dikin. Dixwazin vê jî ji destê me bigirin.”

‘WÊ DEMÊ BILA MALÊN ME JÎ HILWEŞÎNIN!’

Ahmet Saçan jî diyar kir ku ji bo çêkirina rê dîwarên wan ne asteng in û wiha got: “Ez hîna jî deynê dîwarê ku min çêkirî didim. Ekîbên îhale ji şaredariyê girtin, projeyên şaş derketin pêşberî wan. Ji ber vê dixwazin dîwarên me hilweşînin. Em li dijî hilweşandinê derbikevin.”

Mevlîde Abay jî, da zanîn ku ger dîwarê malên wan bên hilweşandin, wê “tazî” bimînin û wiha got: “Em vê yekê qebûl nakin. Ger dîwarên baxçeyên me hilweşînin, wê demê bila malên me jî hilweşînin.”

Yek ji jinên bertek nîşanî hilweşandinê da Şîrîn Gulay jî, anî ziman ku wan di şert û mercên pir zor de diwarên malên xwe avakirin, lê niha dixwazin bi hêsanî xerab bikin