AKP’ê kelemên Erdîşê jî qedand

Kelemên Erdîşê ku demekê li bajarên Kurdistanê, Tirkiyê û derveyî welat dihatin firotin ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistanê êdî pir kêm têne çandin.

Ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê û ji ber kotayên li ser berên çandiniyê hatine danîn beşekî girîng ê berên li Deşta Erdîşê dihatin çandin êdî nema têne çandin û beşek jê pir kêm têne çandin.

QADÊN ÇANDINIYÊ NEMAN

Li Deşta Erdîşê demekê tirî, petat, genim, pincarê şekir, kelem û her cure şênî dihate çandin û gelek darên fêkiyên ber didan. Erdîş ku demekê mîna embara çandiniyê ya Kurdistanê dihate naskirin îro hema bibêje êdî mirov dikare bibêje qadên çandiniyê nemane.

Heta salên 2000’î jî piraniya hewcehiya şênî û fêkiyan ji Erdîşê dihat. Bi piranî jî Erdîş bi tirî, kelem, petat, sêvên xwe dihate naskirin. Lê îro mirov nema dikare behsa vê bike.

LI BAJARÊN KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ DIHATE FIROTIN

Li Erdîşê Gulanê kelem dihatin çandin û Cotmeh, Mijdarê dihatin rakirin. Ev kelemên Erdîşê li Colemêrg, Îdir, Bedlîs, Amed û li gelek bajarên Kurdistanê dihatin firotin.

ERDÎŞ ÊDÎ NE NAVENDA ÇANDINIYÊ YE

Demekê bi hezaran donim erd kelem dihatin çandin îro tenêli çend erdan tê çandin. Ambargoya aborî ya ku AKP’ê li ser Kurdistanê danî, wiha kir ku êdî çandinî û xwedîkirina sewalan anî ber namene. Erdîş a ku şênî û fêkî difirote derve niha neçar e ku ji derve bikire.

Cotkarên ku bi salan e kelem diçandin ji ber baca ku AKP’ê aniye ser mazot, zibil, ava avdanê û zeviyan êdî nema dikarin keleman biçenin.

AKP JI BO KU ÇANDINIYÊ BIQEDÎNE HER TIŞT KIR

Cotkaran ji ANF’ê re gotin beriya bi 15-20 salan hema hema her kes bi çandiniyê re mijûl bûye û domandin, ‘’Me beşek ji beran ji bo malbata xwe diçandin û yên zêde me difirotin. Bi taybetî jî kelemên Erdîşê me difirotin hem bajarên Kurdistanê û hem jî yên Tirkiyê. Lê AKP ya ku bi hişmendiya mêtingeriyê ye û dewleta Tirk ji bo ku embara çandiniyê ya Kurdistanê Erdîşê biqedîne her tişt kir. Nexasim AKP çawa ku hate ser kar li ser herêma me ev polîtîka danî. Kota anî ser gelek beran. Bêkarî zêde kir da ku herêmê bide valakirin. Ji ber bacên zêde em xisirîn. Kelemê Erdîşê ku ji bo bi hezaran mirov deriyê debarê bû êdî pir kêm tê çandin.’’