AKP'ê Şaredariyên Wanê kiriye mîna şîrketên xwe

AKP'ê şaredariyên Wanê û navçeyên wê kiriye mîna şîrketa malbata xwe. Ji dema desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûm û vir ve, piraniya kesên li şaredariyan hatine bicihkirina xizmên serokên AKP'ê yên bajar û navçeyan e.

Ji sala 2016'an dema tayînkirina qeyûman û vir ve şaredariyên Wanê bûne mîna şîrketên AKP'ê. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 5 hezar, ji şaredariyên Erdîş, Rêya Armûşê, Artemêtan, Çaldiran, Qelqelî û şaredariyên din ên DBP'yî bi sedan karker ji kar hatin derxistin. Kesên ji Trabzon, Çorûm, Xarpêrt, Yozgat û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê hatin anîn, xizmên rêveberên AKP'ê yên bajar û navçeyan li şûna mirovên ji kar hatin derxistin hatin bicihkirin. Piraniya van kesên ku li şaredariyan hatine bicihkirin, bêyî ku kar bikin maaş distînin.

ŞAREDARÎ BÛYE ŞÎRKETA AKP'Ê

Karên ne li rê yên Midûrê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VASKÎ) Alî Tekataş ê ji Xarpêtê beriya niha ketibû rojevê. VASKÎ ya bi serkêşiya Tekataş niha bûye mîna şîrketeke AKP'ê. Karekî din ên ne li rê yê VASKÎ li Erdîşê derkete holê. Eşkere bû ku hema bêjin temamiya xebatkarên Şaxê Erdîşê yê Vaskî xizmên AKP'yiyan e. Serokê AKP'ê yê Erdîşê, Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdulahat Arvas û rêvberên AKP'ê yên Erdîşê xizmên xwe li Şaxê Erdîşê yê VASKÎ bi cih kirin.

'31'Ê ADARÊ EM Ê ŞAREDARIYA ERDÎŞÊ JI NÛ VE RADESTÎ GEL BIKIN'

Piraniya xebatkarên Şaxê Erdîşê yê VASKÎ bêyî kar bikin maeş werdigirin û beşek ji wan jî rojê herî zêde 2 an jî 3 saetan dixebitin.

Welatiyên Wanê yên ji VASKÎ ji kar hatin derxistin, nerazîbûn talan û dagirkeriya AKP'ê dan û gotin, "Piştî ku qeyûm hate tayînkirin em ji kar derxistin. Li şûna me jî mirovên ji kar fêhm nakin bi cih kirin. Kesên ku xistine kar, xizm û zarokên Serokê AKP'ê yê Erdîşê Adnan Aydin, Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdulahat Arvas, rêveberên AKP'ê yên bajar û navçeyan e... AKP'ê şaredarî kiriye şîrketa malbatê. Lê em ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de Şaredariya Erdîşê ji nû ve bikin şaredariya gel."