Sermayeguzariya nû ya AKP'ê ya li Wanê: deopoya SÎHA’yan

Desthilata AKP-MHP’ê ku 19 sal in îdîa dike ku dixwaze Wanê 'bike navenda kişandina mirovan’, çareseriya wê di avakirina depoyekê ku 3 hezar SÎHA'yan li xwe bigire de dît.

Li Wanê gel bi hejarî, bi pirsgirêkên hejarî û bêperwerdehiyê re rû bi rû ye. Dema krîza aborî jî li gel vê hebe, tenê di nava salekê de 434 esnaf kepengên dikanên xwe girtin. Desthilata AKP’ê ya ku 19 sal in îdîa dike ku Wanê bike navenda kişandina mirovan derket holê ku xebatên wê avakirina edliye, navendên polîs û girtîgeh in.

Girtîgeha Tîpa T û Tîpa F a Wanê ya nika heyî di dema AKP’ê de hate avakirin.

Yek ji mijara din a HES ên ku xwezayê texrîb dike, herî zêde li Wanê rê li ber texrîbatên mezin vekiriye. Sarimehmet HES a Dugubay Elektirîk, Ercîş HES, Santrala Enerjiya Rojê ya YYE Wanê û Santrala Enerjiyê ya Rojê ya Şaredariya Şaxê jî di serî de 4 HES hene. Tevî hemû nerazîbûnan jî AKP’ê di polîtîkaya HES’ê de bi ya xwe kir. Piştî xebatên HES’ê ketin meryetê û şûnde, Şelaleya Mûradiye û kêmbûna avê ya li Kaniya Spî ya li Şaxê bû sedema fikaran.

TAX DI BIN DORPÊÇA SÎHA’YAN DE NE

AKP a li Wanê tenê ziyanê dike, niha li cihê Balafirxaneya Ferît Melen dixwaze depoya SÎHA ava bike. Ji bo balafirxaneya SÎHA ya ku ji aliyê fîrmayeke Êlihî ve hatiye erkdarkirin, xebat didomin. Hate zanîn ku balafira biçûk ku 3 hezar SÎHA li xwe bigire, têçûna wê 30 milyon TL ye. Li Wanê di demê dawî de firîna SÎHA’yan a li ser esmanê bajar, rê li ber nerehetiyek mezin vekiriye. Hemû tax mîna ku di bin dorpêça SÎHA’yan de bin.