Akgul: Divê Ocalan azad bibe

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Adnan Akgul diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan divê hem li hundir û hem jî li derve têkoşînek hevpar û xurt bê kirin.

Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Adnan Akgul têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Akgul anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan divê hem li hundir û hem jî li derve têkoşîn bê xurt kirin.

‘BI KOPOLOYÊ XWESTIN GELÊ KURD DÎL BIGRIN’

Akgul da zanîn ku bi tecrîda li hemberî Ocalan hemû rêyên hiqûqê hatin binpêkirin û sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Akgul destnîşan kir ku 21 sale li hemberî Ocalan tecrîdek şidandî pêk tê û wiha axivî: “Em dikevin 21’emîn a salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bi vê boneyê di serî de hemû hêzên kompologer bi tundî şermezar dikin. Bi vê kompoloyê xwestin gelê Kurd dîl bigrin û Têkoşîna Gelê Kurd tesfiye bikin. Her wiha bi kompoloyê xwestin Rohilata Navîn ji nûve dîzayîn bikin.”

‘BI TECRÎDÊ LI SER GEL ŞER TÊ FERZKIRIN’

Akgul destnîşan kir ku di saya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir û li tevahiya girtîgehan û raya giştî belav bû, tecrîd hat şikandin. Akgul got ku berxwedana gelên Kurdistanê hişt ku dewlet paş de gav biavêje û wiha pêde çû: “Kîjan wexta dema tê xwestin rojeva Tirkiyeyê biguhere, tecrîdê kûr dikin û tînin rojevê. Ev tecrîd pêkanîneke der hiqûqî ye. Tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê hebûna xwe di rageşiyan de dibîne û ji bo vê yekê jî tecrîdê kûr dike û agirê şer gur dike. Tifaqa faşît li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şer ferz dike. Ji derveyî şer tiştekî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bide gel tune ye. Tenê di destê wan de şer û înkarkirina Kurdan heye. Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser civakê ye. Ji bo vê yekê krîza aborî û siyasî her ku diçe kûr dibe. Ji bo aramî û aştî û demokrasiyê divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan rabe. Bi têkoşîna gel û siyasetmedaran dem bi dem dewlet gavan paş de diavêje û hevdîtin çêdibin. Lê ev nayê wateya rakirina tecrîdê.”

‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBIE’

Di berdewama axaftina xwe de Akgul anî ziman ku divê têkoşîn ji bo azadiya birêz Ocalan bê dayîn û got: “Divê êdî siyaseta Kurd û gelên Kurdistanê ji tecrîdê wêdetir azadiya birêz Ocalan ji bo xwe bike armanc. Heta birêz Ocalan azad nebe, civak jî azad nabe. Civak azad bibe wê şerê li Rojhilata Navîn jî bi dawî bibe û aramî bikeve herêmê. Bi raman û fikrên xwe Birêz Ocalan bandorek mezin li ser gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Dema parêzer dikevin li ser rêya Îmraliyê heycanek mezin di nava civakê de çêdibe û raya giştî li benda agahiyek ji Îmraliyê tê ye. Birêz Ocalan di hevdîtinek xwe de got, ‘ez li aqîlê dewletê digerim’. 21  sal e birêz Ocalan pirojeyên aştiyê pêşniyar dike û zimanê aştiyê diaxive. Ji bo vê yekê divê hemû xebat û têkoşîna me ji bo azadiya Birêz Ocalan be.”

‘CEZAYÊ DISIPLÎNÊ HELWESTEKE SIYASÎ YE’

Akgul bal kişand li ser cezayên disiplînê yê li Ocalan tên birîn û ev tişt got: “Ji sala 2011’an û vir de bi hincetên cuda yên weke keştî xerabûye û rewşa hewayê hevdîtin tên astengkirin. Li ser vê hincetê jî cezayê disiplînê zêde bû. Cezayê disiplînê tê wateya girtîgeha di hundirê girtîgehê de. Bi cezayê disiplînê dixwazin weke her demê pêşî li hevdîtinê li gel malbat û parêzeran bigrin. Ev cezayên disiplînê helwesteke siyasî ye û bi tu awayê nayê qebûlkirin.”

‘MIFTIYA ÇARESERIYÊ OCALAN E’

Akgul da zanîn ku dewlet baş hêza Ocalan ya çareseriyê dizane û wiha got: “Bingeha yekemîn ya vê tecrîdê pirgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd, mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Ev mifte jî birêz Ocalan e. Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî de tiştên girîng gotin û bandoreke mezin li raya giştî kir. Hemû kesî ev rastî di dema pêvajoya aştiyê de dît. Lê mixabin li gel hemû hewldanên birêz Ocalan jî, hikûmet û dewlet naxwaze pirsgirêk çareser bibe.

Ji dîroka komarê heta niha dewletê xwestiye pirsgirêka Kurd bi rêya şer çareser bike. Ji dîrokê heta niha bi polîtîkaya şer tiştek bi serneketiye. Li Tirkiyeyê sedema sereke ya krîza aborî jî şer e. Ji bo dawî li vê krîzê bê û civak aram bibe divê Ocalan azad bibe.”