Li Amedê cara 71’an rûniştina ‘’Doza Sereke ya KCK’ê li Dadgeha Cizayê Giran ê 2. hate dîtin. Di rûniştiinê Ahmet Turk amade bû. Her wiha wekîlên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Nadir Yildirim, Osman Baydemîr jî weke çavdêr gelek kes amade bûn.
TURK XWE PARAST
Ahhmet Turk di parastina xwe de got ew ji bo çareseriyê têdikoşe û wiha pê de çû:
‘’Her serdemê ez di nav siyasetê de bûm. Lê her serdemê neheqî li min hate kirin. Li gorî geşedanên siyasî her demê doz li ser min hate vekirin û lêpirsîna min hate kirin. Bi salan li gorî atmosfera siyasî hatim darizandin. Li ser axaftina min a Newroz 2012’an doz li min hatiye vekirin. Bi salan e ku li vê cografyayê Newroz tê pîrozkirin. Wê salê Newroz hatibû qedexekirin. Wê demê ez jî 5 deqe di Newrozê de axivîbûm. Bi hêzên ewlekariyê re ne nîqaşeke min çêbû û ne jî pirgirêk. Ku Newrozê dîmeneke wiha hebûna wê di dîmenan de xuya bikira. Lê ti dîmen dernekete holê. Di îdîanameya têkildarî min de sûcdariyên hiqûqî nîn in. Hevdîtina min a bi parêzer Fethî Gumuş re tê de heye. Dîsa gotinên min ên ku li mala xwe min bi siyasetmedaran re kirin tê de hene û weke delîl hatine danin. Ev nayê qebûlkirin. Ez ji 1973’an ve têkoşîna siyaseta demokratîk didim. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim.’’’
Ahmet Turk di parastina xwe de careke dî axivî û got, ‘’rewşa min a tendiristiyê ne baş e. Pir zehmet e ku ji girtîgeheke dî werim vir. Ez dixwazim ku werim Girtîgeha Girtî ya Amedê ya bi Tîpa D’yê’’
Serokê dadgehê jîg ot, ‘’me jî bi mebesta ku we werînin Amedê me daxwaz kir lê nehate qebûlkirin. Hûn anîne Elezîzê. Tiştek di destê me de nîn e.’’
Rûniştin taloqî 25’ê Çile bû.