Ahmet Turk nameyek ji Talabanî re nivîsî
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk nameyek ji lîderê YNK'ê Celal Talabanî re şand.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk nameyek ji lîderê YNK'ê Celal Talabanî re şand.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ji Lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî re nameyek şand, ku ev demeke dirêj de pirsgirêkên tenduristiyê yên Talabanî hene. Turk şîfa xêrê ji Talabanî re xwest û diyar kir, ku ji ber qedexeya derketina derve ew nikare wî ziyaret bike. Turk ji bo Talabanî got, "Her Kurd gelekî baş dibîne û dizane bê Rêbertiya we çiqasî girîng e."
Nameya Ahmet Turk a ji bo Celal Talabanî bi vî rengî ye:
"Mezinê min ê hêja
Mam Celal ê gelê Kurd,
Dostê min ê qedîm,
Di vê demê de, ku pêvajoyeke dîrokî ye, dixwazim balê bikişînim ser pêwîstiya me ya bi we. Ji bo maf û azadiyan, ji bo siberoja azad a gelê me, berxwedan û têkoşîna we ya bi rûmet a 60 salan, her tim rêya me ronî kiriye.
Mîna ehdbûna dema damezrandina Komara Mahabadê, di siyaseta hemdem a roja îro de jî pêwîstiyeke xurt bi heman yekîtî û hevgirtinê heye. Di vê mijarê de cihê we bi qasî ku neyê dagirtin, girîng û hêja ye. Di vê demê de, ku li erdnîgariya me guherîn û veguherîn tên kirin, di heman demê de kaos û krîz hene, li aliyê din jî, ji bo avakirina siberoja demokratîk û têkoşîna me ya maf û azadiyan destketiyên gelekî girîng hatine afirandin, her Kurd gelekî baş bi girîngiya rêbertiya we dizane. Ji aliyê gelê Kurd û civata navneteweyî ve tê zanîn, ku we di sala 1993'an de bi hevdîtinên bi dewleta Tirk re rê li ber agirbesta du alî vekirin. Hewldanên we yên ji bo aştî û yekîtiyê di her demê de rêya Kurdan ronî kiriye.
Ez dizanim, ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hûn nikarin tevlî siyaseta aktîf bibin, lê hebûna we hêzê dide me. Dua dikim û hêvîdar im ku tenduristiya we wê baş bibe; hûn ê pêşengiyê ji me re bikin; alîkariyê bidin me ku em biryarên rast bigirin. Di vê demê de ku şer û dijberî di asteke dijwar de ye, yekîtiya hêzê û zimanê aştiyê ji her demê bêhtir hêja ye.
Min gelekî dixwest we careke din bibînim, lê belê ji ber qedexeya derketina derveyî welat, nikarim me mezinê xwe yê hêja hembêz bikim. Di dema pêş de dibe ku ev derfet çêbibe. Ji kûrahiya dilê xwe, hurmetên xwe pêşkêş dikim.
Birayê we Ahmet Turk".