Ahmet Turk: Gelê me wê xwedî li partiya xwe derkeve

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, gelê Kurd li dijî zext û zordariyê wê dengê xwe bide rastiya xwe û got, "Gelê me wê xwedî li partiya xwe derkeve."

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bal kişand ser biryardariya mezin a gel û diyar kir, ew li benda encama nêzî hilbijartina 7'ê Hezîranê ne.

Turk ku bi salane di nava siyasetê de ye û xwedî tecrûbeyeke mezin e, bal kişand ser zext û zordariya dema dawî li gelê Kurd tê kirin û got, gelê Kurd tevî berdêlên giran ên dane jî baweriya xwe bi hilbijartinê aniye û dengê xwe daye rastiyê. Ahmet Turk got, "Ji ber zextê bêdengî heye. Lê belê biryardariya gel a li dijî qeyûman gelekî xurt e. Li her gundê ku em diçin serdanê ji me re dibêjin, 'Ne pêwîst bû ku hûn hatin. Em bi rêya televîzyonê li her tiştî temaşe dikin. Em dibînin bê dijminatiyeke çawa ya li dijî Kurdan tê kirin. Di vê mijarê de qet nekevin nava gumanan'. Car carna em dibînin ku leşker zextê li gundiyan dikin. Her gundê ku em diçin serdanê, ew jî bi qeymeqam û leşkerên xwe diçin wî gundî û gefê li mirovan dixwin. Carna ji ber ku cihê em ê biçin diyar in, berî me diçin wê derê û gefê li şêniyên wê dixwin."

ENCAMEKE MÎNA 7'Ê HEZÎRANÊ

Ahmet Turk diyar kir, haya gelê Kurd ji siyaseta bloka AKP-MHP'ê heye û wiha dewam kir: "Gel helwesta xwe ji bo azadî û demokrasiyê datîne. Vî gelî bi salan berdêlên mezin da û tevî van hemûyan jî her li ber xwe da. Wê niha jî bi vî rengî be. Ez bawerim em ê encameke nêzî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an di 31'ê Adarê de bi dest bixin. Lewma li gel vê bêdengiyê biryardariyeke mezin heye. Gelê me gelekî polîtîk e. Her tiştî ji nêz ve dşopîne. Dibe ku zêde bi Tirkî nizanibin, lê belê ji nêz ve dişopînin ku kî çi dibêje û siyaseteke çawa dişopîne. Lewma encama ku em ê bi dest bixin wê demokrasiyê xurt bike. Gelê me wê xwedî li partiya xwe, xwedî li demokrasiyê derkeve."

ŞAREDARÎ KIRINE QEREQOL

Turk bi bîr xist, şaredarî saziyên gel in ku divê bersivê bidin pêwîstî û daxwazên gel û got, "Bawer bikin, eger hûn îro biçin qereqolê hûn ê ji çûyîna şaredariyê hêsantir bikevin nava qereqolê. Hûnê bi zehmetî bikevin avahiya şaredariyê. Mirov ê dibînin. Em şaredariya gel esas digirin ku gel bikaribe pirsgirêkên xwe li wir nîqaş bike, pêşniyaran bike û çareser bike. Welatiyek ku bixwaze biçe şaredariyê li çend deveran di lêpirsînê de tên derbaskirin. Şaredariyeke bi vî rengî wê çi bide gel? Em bi gelê xwe re dibin yek. Di nava gel de bi dilrehetî digerin. Lê ew li gund û bajaran bi parastvanan û polîsan karê hilbijartinê dikin."

GELÊ ME AŞIQÊ DEMOKRASIYÊ YE

Turk anî ziman gelên bindest hemû wê piştgiriyê bide HDP'ê û li gel partiya wan cih bigirin û got, "Bi salan kedeke mezin hatiye dayin, berdêlên mezin hatine dayin. Gelê me bi rastî jî her tim daxwaza azadî û demokrasiyê kiriye. Gelê me aşiqê demokrasî û azadiyê ye. Eger hûn nasnameya gelan jinedîtî ve bê ya jî qedexe bikin, gel jî wê xwedî li nasnameya xwe derkeve. Ev yek ne tenê me eleqedar dike. Gelê me wê li gel feraseta ku azadî, demokrasî û aştiyê diparêze cih bigire."