Agirê Newrozê li Şengalê gurr bû
Şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG'ê tevî gel li çiyayê Şengalê û li Xanesorê agirê Newrozê dadan.
Şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG'ê tevî gel li çiyayê Şengalê û li Xanesorê agirê Newrozê dadan.
Newroz li Şengal û gund û bajarokên derdora wê hat pîrozkirin. Êzidiyên li Kampa Serdeşt a li Çiyayê Şengalê dimînin, agirê Newrozê dadan û li dora êgir govend gerandin. Ciwanan jî bi meşaleyan meşiyan û Newroz pîroz kirin.
Li Xanesorê, gel li cihekî nêzî kozikên PDK'ê kon veda û li dora agirê Newrozê heta ber destê sibehê govend gerand.
Şervanên YBŞ/YJŞ'ê jî li çeperên xwe agir dadan û Newroz pîroz kirin.
Li herêma Amûdê ya Şengalê jî, gerîlayên HPG'ê bi meşaleyan navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.