Agir Botan bû yek ji sembolên Berxwedana Zapê

Agir Botan ku di nava 7 salên gerîlatiyê de hevrêtiya rasteqîn û nirxên partiyê ji xwe re kir esas û bi vî rengî şer kir, bû yek ji milîtanên sembol ên Berxwedana Zapê.

Gerîla Agir Botan (Serhat Sakçi) sala 1991’ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik dibe. Malbata Agir Botan, ji destpêka têkoşînê ve dil dide têkoşînê. Çîçek Botan a xaltiya Botan û gelek kes ji malbatê tevlî nava refên gerîla dibin û hin jê şehîd dibin. Ji ber ku malbat welatparêz e Agir Botan PKK’ê ji nêz ve nas dike û sala 2015’an tevlî nava refên azadiyê dibe.

Gerîla Agir Botan, li serê çiyayan dibe xwediyê gelek tecrûbeyan. Dibe fermandar û tiştê dikeve ser mil bi cih tîne. Bi hezkirina welêt têdikoşe. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava tîma bitevger de cih digire. Bi fermandarî û bi awayekê çalak têdikoşe û di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi hevrêyê xwe Fedakar Cûdî re 17’ê Nîsana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd dibe. 

‘BI HEVRÊTIYA PKK’Ê MEZIN DIBE’

Agir Botan, di jiyana xwe ya gerîlatiyê de rojnivîsk nivîsîne, di rojnivîskên xwe balê dibe ser hevrêtiyê di nav PKK’ê de. Agir Botan, destnîşan dike ku di jiyana gerîlatiyê de tiştê herî pir jê bi bandor bûye, hevrêtî ye û wiha behsa jiyana gerîlatiyê dike: “Min cewherê xwe di nav tevgera PKK’ê de dît û ez bi hevrêtiya PKK’ê mezin bûm. Tiştê herî giring ê min ji pêyan digire ev e. Bi taybetî hin hevalên ez bi wan re mam, kir ku ez yekcar girêdayê têkoşînê bibim. Jixwe tevgera azadiyê li ser vê bingeha hevrêtiyê ava ye. Mirov encax bi jiyana rast û têkoşînê bi ser bikeve. Em bi vî ruhî bi pêş ve diçin.

Bi taybetî hevrêtiya bi hevalên jin re, zorê dide mirov ku mirov bikeve rêya rast û ji her aliyî ve têbikoşe. Bi vê mirov hem hînê şerkirinê dibe, hem jî mirov pê bi hêz dibe. Di nav civakê de zext li jinan bê kirin, hebûna jinan neyê hesabkirin jî, jin di nav refên şoreşê yên tevgera me de xwedî rolekê giring in. Bi saya Rêber Apo em dixwazin nihêrtina xwe ya li jinan biguhêrin û li ser asasekê rast nêzîkatiyê li wan bikin. Encax mirov bi vî awayî bibe hevrê. Mirov jiyan û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bike esas, dikare vê pêk bîne. Gava em perspektîfên Rêbertiyê bi cih tînin em cewherê xwe dibînin. Mirov xwe nêzê azadiyê dibîne. Ji ber ku rêya rast, dîtina heqîqetê û bidestxistina nasnameya xwe ye. Lewma ez rexneyan li xwe dikim ku çima berê tevlî nebûme.

Ji bo kesek di nav tevger û civakê de bibe pêşeng, pêdivî bi guherînê heye. Lewma rizgarbûna ji jiyana heyî ya bi koletî guherîn e. Beriya her tiştî, divê mirov hişmendiya mirovan biguherîne. Bi vî awayî wê bandor li awayê me yê jiyanê û bipêşveçûna taktîkên me jî bibe. Di perwerdehiyê de ez li ser van mijaran sekinîm. Bi parêznameyên Rêbertiyê min bêhtir encam wergirtin. Ji ber ku mirov bi perwerderdehiyê xwe dide ber lêpirsînê. Bi vî awayî pirsgirêkên mirov çareser dibin. Lewma pêdivî bi pêşengekî heye. Hem ji aliyê hişmendiyê ve hem jî ji aliyê şer ve pêdivî bi guherînê heye. Rêya serkeftinê bi vê ve girêdayî ye.”

‘DIVÊ EM GAVÊN XURTTIR BIAVÊJIN’

Agir Botan, di rojnivîska xwe de bal dikêşîne ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hestên xwe bi van gotinan diyar dike: “Tecrîda li ser Rêbertiyê û helwesta me û ya tê xwestin hev û din nagire. Lewma divê em gavên xurttir biavêjin û xwe perwerde bikin. Yê herî pir giringiyê bi perwerdehiyê dide Rêbertî ye. Bi saya perwerdehiyê mirov dikare hişmendiya xwe biguhêre. Bawer im ku wê gelek guherînên hêja çêbibin. Ji wê boneyê ez jî hewil didim, bi awayekê bi îdia ez ê tevlî nîqaşan bibim û bi awayekê rast nêzîkatiyê bikim. Li ser vî asasî ez li ser fermandariyê jî disekinim.

Rêbertî, di nirxandinên xwe de wiha dibêje, ‘Hûn ji kirina şoreşê ditirsin’. Ev rexne ji bo min pir giran e. Ji bo kirina pêşengtiyeke rastîn, tiştên hîn bûme divê ragihînim. Ez ê bidim ser rêya heval Şehîd Reşîd û têkoşîna xwe geştir bikim. Baweriya bi vê, nîvê biserketinê ye. Ji wê boneyê çiqas jî zor be, gava mirov bixwaze, girêdayî be ji mirov re hêsan tê. Ji ber ku di esasê van tevan de hevrêtî û têkoşîna biheq heye. Ev di me de mewcûd e. Ez îro ji her dem bêhtir amade me.”

Agir Botan, tevlî nava refên gerîla dibe û demeke kin bi şûn de jiyana xwe û ya gerîlatiyê dike yek, di warê leşkerî û bîr û dozê de dibe şareza. Agir, piştî têkoşîna bi gerîlatî ya 7 salan, bi fermandarî li berxwedana xwe dewam dike. Agir Botan, di her şopa têkoşînê de hevrêtî û nirxên partiyê ji xwe re dike esas û dibe mîlîtanekê sembol ê Berxwedana Zapê. Agir Botan, bi îdiaya biserketinê heta bi dilopa dawîn a xwîna xwe şer dike û di êrîşên dewleta Tirk de 17’ê Nîsanê şehîd dibe û tevlî karwanê nemiran dibe.