Agir bi Kampa Kebertoyê ket

Di nava sê rojan de du caran agir bi Kampa Keberto ya koçberên Şengalî ketiye û zêdeyê deh konan bi tevahî şewitîne.

Kampa Keberto sala 2014’an ji bo koçberên Şengalî hatiye avakirin û nêzîkê 25 hezar kesên ji gund û komelgehên Şengalê ne lê dimînin. 

Îro saet di 15.30’an de ji ber xeta ceyranê agir bi Kampa Keberto ya li bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê ku xelkê Êzidî ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an lê bi cih bûbû, ketiye Li gor agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, pênc kon şewitîne û zirara madî pir zêde çêbûye lê tişt bi kesî nehatiye.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku beriya du rojan cardin agir bi konan ket û pênc kon bi tevahî şewitîn.