Agahiyên dawî yên li ser operasyona li Zapê

Operasyona artêşa Tirk a li herêma Xeregolê ya Zapê dewam dike. Li herêma Oremar-Sumbulê çalakî li dijî hêza operasyonê hate kirin û di encamê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

Operasyona artêşa Tirk a li dijî herêma Zapê dewam dike. Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên me yên li herêmê ve hatin ragihandin, artêşa Tirk duh bi şev bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî ser girê Xeregolê. Hêzên gerîla bersiv da û şerê ku li vir derket, dewam dike.

Artêşa Tirk ji hewayê jî bombeyan li vê herêmê dibarîne.

LI CÎLO'YÊ HERÎ KÊM 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Nûçeyeke din a li ser çalakiyê, ji xeta Oremar-Sumbulê hat. Li hemberî artêşa Tirk a derket operasyonê, hêzên gerîla li girê Perixan ê Cîlo'yê çalakîp êk anîn. Di encamê de çeperek hate rûxandin û herî kêm 10 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê li herêmê reşand.

HPG'ê li ser mijarê hê daxuyanî nedaye.